Li Îngilîstanê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan Kurdistaniyên ku li bajarê Exeter ê Îngilîstanê li hev civiyan, li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî û mitîng li dar xistin.

Aktivîstên Brîtanî, nûnerên sendîkayan û rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Girseyê alên YPG, YPJ û Kurdistanê û pankartên bi nivîsên ‘Hands off Kurds’, ‘Save Rojava’, ‘Status for Rojava’ û ‘Stop the war on Kurds’ hilgirtin.
Timî dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî Kurdistan’ û ‘Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e, ‘Hands off Kurds’, ‘Save Rojava’ hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku modela rêveberiya demokratîk, azadîxwaziya jinê û pir nasname ku li Rojava hatiye avakirin, tê hedefgirtin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku bêdengiyê xwe bişkînin.
Endama Partiya Kes (Green Party) Diana Moore ku di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava ji bo gelên herêmê hêviyeke dîrokî ye û diyar kir ku êrîşên HTŞê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî gefekî cidî ya karesata mirovî ya cidî ye.
Moore bang li hikûmeta Keyaniya Yekbûyî kir û destnîşan kir ku divê were diyarkirin ku êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin.
Akademîsyenê ji Zanîngeha Exeterê Saman Mohammed jî anî ser ziman ku tu dîktatorî nikare li hemberî heqîqetê bi ser bikeve û wiha got, “Gelê kurd tenê xaka xwe neparast; hemû cîhanê ji îdeolojiyeke tarî parast. Bi hezaran kes di têkoşîna li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Lê îro bi zanebûn ev fedakarî ji nedîtî ve tên. Dibe ku cîhan berê xwe bide aliyeke din, lê dîrok tu car ji bîr nake. Tu dîktator li hemberî heqîqet û edaletê bi ser neketiye.”
Saman destnîşan kir ku divê Keyaniya Yekbûyî bi bikaranîna hêza xwe ya dîplotamîk, sivîl û rêveberiya demokratîk a kurdan biparêze û diyar kir ku wê têkoşîn dewam bike.
Piştî axaftinan, bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi awayê kortejê dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de, bi sedan danezan hatin belavkirin û kesên derdor bi çepikan piştgirî dan girseyê.
Di dawiya çalakiyê de hate xwestin ku dawî li dorpêça li ser Rojava bê anîn, êrîş bên rawestandin û statuya rêveberiya xweser a demokratîk were naskirin.


