Li Îngilistanê Festîvala Jinan a Navneteweyî pêk hat
Li navenda hunerê ya Exeter Phoenix ku li bajarê Exeterê yê Îngilistanê ye, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Devonê ve derbarê îdeolojîk û aliyên civakî yên têkoşîna jinên kurd de çalakiyek hate organîzekirin. Di rûniştina ku di çarçoveya "Festîvala Jinan a Navneteweyî" de pêk hat de, berxwedana jinên kurd û modela jiyana nû ya ku hatiye avakirin, hatin nirxandin.

Li standa ku li qada çalakiyê hate avakirin, broşûrên ku paradîgmaya Rêber Apo ya azadîxwaziya jinê û konfederalîzma demokratîk vedibêjin hatin belavkirin. Jêderên îdeolojîk ên ku diparêzin ‘azadiya civakî bi azadiya jinê pêkan e’, pêşkêşî beşdaran hatin kirin.
Pirtûkên li ser Jineolojiyê ji aliyê gelê herêmê û aktîvîstên jin ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Her wiha li standê sembolên KJAR, PJAK û yekîneyên parastina jinê yên li Rojava ligel pankartên dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hatin nîşandan.
Di çarçoveya bernameyê de, kurtefîlmê derhêner Ramazan Kiliç ê bi navê “Serpêhatiyên Neqewimî” hate nîşandan. Fîlmê ku bandora zextên siyasî yên li ser erdnîgariya Kurdistanê, jiyana rojane û têkiliyên nifşan dike mijar, bal kişand ser xwe.
Piştî nîşandana fîlm, belgeselek ku pêşketina dîrokî ya tevgera jinên kurd, şêweyên rêxistinbûnê û şoreşa jinê ya li Rojava vedibêje, hate nîşandan.
Di çalakiyê de her wiha ji bo bîranîna jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, klîba ku bi strana Mehmûd Berazî ya bi navê “Sosîna Siya Darê” hatibû amadekirin, hate temaşekirin.
Bername bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û peyamên piştevaniya jinan bi dawî bû.


