Li Îranê 2 ciwanên kurd hatin bidarvekirin
Rêjîma Îranê 2 ciwanên kurd ên din jî ji ber ku beşdarî xwepêşandanên 28ê kanûnê bûbûn, bidarve kir.

Rêjîma Îranê 2 ciwanên kurd ên ku beşdarî xwepêşandanên li dijî krîza aboriyê ya 28ê kanûna 2025an bûbûn, bidarve kir. Daniyal Kerameti yê 19 salî û Mohsen Azîmnîa yê 20 salî, bi hinceta ku di meha çile de li Îlamê beşdarî xwepêşandanan bûne, hatibûn girtin û darizandin. Hate ragihandin ku cezayê bidarvekirinê yê her du ciwanan hatiye erêkirin û serê vê sibehê hatine bidarvekirin.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtine, ji 28ê sibatê ve ku pêla êrişan dest pê kiriye heta niha bi giştî 5 ciwan bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanên 28ê kanûnê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.


