Li Îranê heta niha 65 dibistan, 14 navendên tipê û 13 yekeyên girêdayî Heyva Sor zirar dît

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand, ragihand ku di êrişên Îsraîl-DYAyê de zirar gihiştiye 65 dibistan, 14 navendên tipê û 13 yekeyên girêdayî wan.

1 deqe xwendin
Li Îranê heta niha 65 dibistan, 14 navendên tipê û 13 yekeyên girêdayî Heyva Sor zirar dît

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand ragihand ku ji destpêka êrişên hewayî yên DYA û Îsraîlê ve li seranserê Îranê zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin.

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku ji destpêka êrişên hewayî yên DYA û Îsraîlê ve li seranserê Îranê zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin. Kolivand diyar kir ku ji ber êrişan binesaziya sivîl li gelek sektorên cûda zirareke cidî dîtiye. Hat destnîşankirin ku di nav avahiyên zirar dîtîine de 5 hezar û 535 xaniyên niştecîhî û hezar û 41 avahiyên bazirganî hene.

Hate diyarkirin ku 65 dibistan, 14 navendên tenduristiyê û 13 tesîsên aîdî Heyva Sor a Îranê di êrişan de zirar