Li Îranê jinek bi hinceta ‘hîcabê’ hat kuştin

Mujgan Hesenpûr ji Lahîcanê ku ji bo serdana gora xizmên xwe çûbû goristanê, ji ber bi hinceta cil û bergên wê ne li gorî zihniyeta zilamê paşverû ye, ji hêla zilamekî paşverû ve bi 5 guleyan hat kuştin.

1 deqe xwendin
Li Îranê jinek bi hinceta ‘hîcabê’ hat kuştin

Di 21ê gulanê de Mujgan Hesenpûr (46) ji bo serdana gorên dê û bavê xwe bike, bi biraziyê xwe yê 7 salî re çû goristana Lahîcanê. Lê belê piştî çend saetan ev serdan veguherî yek ji mînakên tundiyê yên bi hîcaba mecbûrî ve girêdayî.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin dema Mujgan Hesenpûr li goristanê bûye, zilamekî çekdar rexne li cilên wê kiriye û jê re gotiye ‘bala xwe bide ser hîcaba xwe.’ Li gorî agahiyan Mujgan Hesenpûr bersiva ‘Cilên min meseleyeke şexsî ne û yên din eleqedar nakin’ daye. Li gorî şahidên bûyerê, nîqaş gur bûye û êrişkar berê çeka xwe daye ser wê lê Mujgan Hesenpûr nerazîbûna xwe domandiye. 

Lê li gor agahiyên ku bi dest ketine êrişkar Mujgan Hesenpûr bi giranî birîndar kiriye û ji cihê bûyerê reviya ye. Mujgan Hesenpûr a ku bi giranî birîndar bûye, rakirine nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanên bijîkan jî nehatiye rizgarkirin.

Tundiya ji ber cil û bergan

Nûçeya kuştina Mujgan Hasanpûr nîqaşa li ser aliyên civakî û ewlehiyê yên polîtîkayên hîcaba mecbûrî dîsa anî rojevê. Di salên dawî de, bi zêdebûna xwepêşandanên li dijî hîcaba mecbûrî ya li Îranê, raporên pevçûn, tundî û zexta li ser jinan, li qadên giştî jî zêde bûne. Ev pêvajo piştî mirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya paşê, bêtir balê dikişîne.