Li Rojhilat agahî ji 2 xwişkan nayê girtin

Li bajarê Bokanê yê rojhilatê Kurdistanê du xwişkên bi navên Humeyra û Şewkar Emînpur revandin. Aqûbeta herdu xwişkan nayê zanîn.

1 deqe xwendin
Li Rojhilat agahî ji 2 xwişkan nayê girtin

Navenda Mafên Mirovan a Îranê aşkere kir ku 27ê gulana 2026an li bajarê Bokanê yê rojhilatê Kurdistanê du xwişkên bi navên Humeyra (50) û Şewkar Emînpur ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin û ew birine cihek nediyar.

Hat gotin ku di dema revandina her du xwişkan de bêyî ku belgeyek fermî yan jî yasayî were nîşandan, bi ser mala her du xwişkan de hatiye girtin. Hêzên rejîmê li nava malê dest bi lêgerînê kirine û hin kelûpelên wan ên taybet desteser kirine.

Hat diyarkirin ku heta niha saziyên ewlehiyê yên rejîmê têkildarî bûyerê û cihê ragirtina her du xwişkan bi malbatê re parve nekirine.