Li Iraqê şerê Tirkiye û Îranê

Dewleta tirk bi êrîşên qirkirinê re dixwaze sînorên xwe yên ‘Mîsakî Milî’ ji nû ve zindî bike.

1 deqe xwendin
Li Iraqê şerê Tirkiye û Îranê

Dewleta tirk bi êrîşên qirkirinê re dixwaze sînorên xwe yên ‘Mîsakî Milî’ ji nû ve zindî bike. Ev êrîşên li ser herêma Şengalê û dagirkeriya li başûrê Kurdistanê weke çirûskên destpêkê yên vê planê tên dîtin.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê 28’ê sibatê serdana Îranê kir. Piştî wê serdanê Sefîrê Îranê yê Bexdayê Irec Mescîdî ji ber êrîşên leşkerî yên li dijî axa Başûr, dewleta tirk rexne kir û got: “Em qebûl nakin ku Tirkiye yan jî dewleteke din bi awayekî leşkerî dest li Iraqê werde. Çi eleqeya Tirkiyeyê bi Şengalê re heye?

Piştî vê daxuyaniyê îcar sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bersiv da Îranê: “Kesê ku herî dawî rabe ji Tirkiyeyê re bibêje rêzê li sînorên Iraqê bigire, sefîrê Îranê ye.”

Serokê meclisa Iraqê Muhammed Halbusî jî li ser malpera xwe, nav neda lê dîplomatên biyanî hişyar kirin û got: "Hûn li vir dewleta xwe temsîl dikin, li ser têkiliyên di navbera welatan de bixebitin. Têkilî karên navxweyî nebin."

Hewildanên dewleta tirk ên ji nû ve zindîkirina sînorên Mîsakî Milî ji aliyê Îranê ve bi dagirkeriyê tê binavkirin. Îran gefên dewleta tirk ên li ser herêma Şangelê wek êrîşeke li ser Mûsûlê dibîne. Ji ber van tehdît û gavên tên avêtin di navbera her du welatan de tansiyon rabûye.

Peymana Mîsakî Milî li gorî rewşa siyasî û hevkariya hêzên navneteweyî ve hatiye îmzekirin. Neteweperestiya tirkan bi taybetî jî tûranparêz li gorî rewşê her tim di nav hewildanên ji nû ve zindîkirina Mîsakî Milliyê de bûne. Ev kes li gor berjewendiyên Tirkiyeyê, carna jî sînorê Osmaniyan ên berî peymana 1916 Sykes-Pîcotê ya îngilîz û fransizan, yanî sînorên ku rojava û başûrê Kurdistanê û beşek jî Ermenistan û heta Bulgaristan jî di nav de ye bi bîr tînin.

Ev xewn û xelaya tirkan a sedsalî bi pevçûn û krîza siyasî ya li herêmê heyî ji nû ve ketiye rojeva dewleta tirk. Bajarê Mûsûlê ji ber rola xwe ya dîrokî her tim bala dewletên herêmê kişandiye ser xwe. Ji ber pêşveçûnên