Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin.

Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Serokê Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê Savaş Candemîr û hevjîna wî Gulsen Candemîr, xwendekarên zanîngehê, sendîkavan, endamên Partiya Kedê, SOL Partî, TÎP û Partîzanê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.
Stenbol
Endamên Komîteya Amadekar a 1ê Gulana Taksîmê ya Stenbolê ku duh li Beyoglûyê daxuyanî dabûn jî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar a li Fatîhê. Serokê Giştî yê Kataş-Senê Şahîn Başaraner û Sekreterê Rêxistinkirinê yê Înşaat-Îşê Yûnûs Ozgur jî di nav binçavkiriyan de ne.


