Li Kanada ji bo Rojava çalakiyên dest pê kirin
Êrişên çeteyên HTŞê yên ku dewleta tirk piştgirî dide wan, li ser Rojava hatin şermezarkirin. Peyama “Heta Rojava azad bibe, berxwedana bênavber dê bidome” hat dayîn.

Êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê yên ku dewleta tirk piştgirî dide wan, li gelek bajarên Kanadayê ji aliyê kurdistanî û dostên wan ve hatin protestokirin. Li Toronto, Montreal, Vancouver, Calgary û Ottawayê çalakiyên ku çend rojan in didomin, bi bangewaziya “Heta Rojava azad bibe, berxwedana bênavber” mezin dibin.
Li ser bangewaziya lezgîn a Navenda Civaka Kurd a Kanadayê, bi sedan Kurdistanî li Torontoyê li hev civiyan. Gel li ber avahiya navendê kom bû, bi dirûşme û stranên şoreşgerî ber bi kolana Keele-Wilson ve meşiyan. Di dema meşê de gelek caran dirûşmeya “Bijî Rojava”, “Bijî YPG/YPJ” bilind bûn, û gel bi helwesta xwe ya biryardar bala xwe kişand.
Piştî meşê, hevserokên Navenda Civaka Kurd a Kanadayê axaftin kirin û ragihandin ku wan pêvajoyeke çalakiyên bê rawestan a heft rojan destpê kiriye. Di çarçoveya çalakiyan de rêxistinên civaka sivîl a demokratîk jî bi awayekî xurt beşdar dibin, hate gotin ku dê du rojan nobeta konê bê girtin, û roja Înê jî bi otobusan ber bi Ottawayê ve bên û li ber Parlamentoyê protestoyeke mezin bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojava xeta me ya sor e. Eger Rojava bikeve, Kurdistan dikeve; mirovahî dîsa bi hovîtiyê re rû bi rû dimîne. Ji vê saetê û pê ve bêdengî, bendewarî nîn e. Em ê li kolanan, di çalakiyan de, di berxwedanê de bin.”
Di çalakiyên hemdem ên li pênc bajarên mezin de, êrişên li ser gelê Rojava û Rojhilat bi tundî hatin şermezarkirin. Ji pakistaniyan jî bangewaziya “Ya Rojava azad bibe, yan jî mirovahî bikeve nav tarîtiyê, bi berxwedaneke mezin dê bersivê bide” û bang li mezinkirina têkoşînê kirin.

