Li Kercewsê Newroz hat pîroz kirin
Bi pêşengiya TJA, DEM Partî û DBPê li navçeya Kercewsê ya Êlihê agirê Newrozê hat pîroz kirin.

Bi pêşengiya TJA, DEM Partî û DBPê û li navçeya Kercewsê ya Êlihê agirê Newrozê hat pîroz kirin. Akitvîstên TJAyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê û yên navçeya Kercewsê û gelek welatiyên navçeyê tev li şahiyê bûn. Girseyê bênavber dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Newroz’ berz kirin. Girseyê li ber stranan govend gerandin û zarokan xwe li ser agirê Newrozê avêtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Aslan bi xêr hatina beşdaran kir û got: “Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde. Bi vê sedemê em careke din hemû kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe hi dest dane wan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Newroz bi gerandina govendê, tilîlî û bi dirûşma ‘Newroz pîroz be’ bi dawî bû.


