Li Kirşehîrê walîtiyê û midûriyeta polîsan daxwaza qadê ya DEM Partiyê pesend nekir

Li Kirşehîrê, ji ber walîtiyê û midûriyeta polîsan, daxwaza qadê ya DEM Partiyê pesend nekir, pîrozbahiyên Newrozê hatin taloqkirin.

1 deqe xwendin
Li Kirşehîrê walîtiyê û midûriyeta polîsan daxwaza qadê ya DEM Partiyê pesend nekir

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Kirşehîrê ragihand ku pîrozbahiya ku diviyabû di 22yê adarê de bê lidarxistin, ji ber ku walîtiyê û midûriyeta polîsan daxwaza wan a ji bo qada pîrozbahiyê pesend nekiriye, hatiye taloqkirin. Partiyê diyar kir ku pîrozbahî dê di demeke din de û bi formateke cuda bê lidarxistin.

DEM Partî ya Kirşehîrê xwestibû li Qada Cacabeyê ku li navenda bajêr e û Taca Aşikpaşayê ku piraniya kurdan lê dijîn, Newrozê pîroz bike.