Li Koban li Lorîentê çalakî
Bi hezaran Kobanî li dijî gefên dorpêçkirina bajêr dest bi nobetê kir. Li bajarê Lorîentê yê Firansayê jî bi sedan Kurdistaniyan çalakî li dar xist.

Gelê Kobanê ji bo parastina xwe li hember êrışên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û êrişî Kobanî dikin, daketin kolanan. Bi sedan kes li Qada Jina Azad kom bûn û hêrsa xwe bi dirûşmeyan anîn ziman. Çalakiya gel berdewam dike.
Fransa
Bi sedan Kurdistanî, endamên Navenda Çanda Elewiyan a Morbihan û dostên kurdan li dijî êrîşên li ser Rojava li bajarê Lorientê kom bûn û çalakî li dar xistin. Girse li pêş Place Aristide Briandê kom bûn û daxuyanî dan. Beşdarên çalakiyê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman û xwestin her kes li Rojava xwedî derkevin.


