Li Kobanê agirê Newrozê geş kirin
Li Kobanê agirê Newrozê geş kirin û bi girseyî Newroz pîroz kirin.

Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê û Komîteya amadekar a çalakiyan a Newrozê bi boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê daxuyanî dan û agirê Newrozê geş kirin. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Xweser dan. Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a bajarê Kobanê Mizgîn Xelîl daxuyanî bi kurdî xwend. Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa jî daxuyanî bi erebî xwend.
Mizgîn Xelîl anî ziman ku pîrozbahiya navendî ya Newrozê dê di 21ê Adarê de li ser Girê Miştenûr were lidarxistin, û çalakiyên wê dê di saet 10:30ê sibehê de dest pê bikin.
Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê pêxistin û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.


