Li Kurdistanê mîrekî hezarfen: Evdal Xan
Di nav mîrên Bedlîsê de, yên ku pir hatine ziman û nasîn yek Şeref Xan (V) û yek jî Evdal Xan e. Şeref Xan ji ber berhema xwe ya der barê dîroka kurdan de ya bi navê “Şeref-name” yê tê nasîn.

Di nav mîrên Bedlîsê de, yên ku pir hatine ziman û nasîn yek Şeref Xan (V) û yek jî Evdal Xan e. Şeref Xan ji ber berhema xwe ya der barê dîroka kurdan de ya bi navê “Şeref-name” yê tê nasîn. Evdal Xan jî, ji ber “Seyahat-name” ya Ewliya Çelebî tê nasîn. Nivîsên der barê van her du mîran de hatine nivîsîn, bi giştî di çerçoveya van her du çavkaniyan de agahiyan didin. Ji ber vê yekê, gelek bersivên pirsên girîng di tariyê de dimînin. Tiştên der barê Evdal Xan de hatine gotin, yan nîvco ne, yan jî xelet in. Mînak, Nazmi Sevgen dibêje ku Evdal Xan, li pey Şemsedîn bûye mîrê Bedlîsê. Desthilatdariya Evdal Xan jî ji sala 1638’an daye destpêkirin û di sala 1657’an de jî daye qedandin. Şakir Epozdemîr jî dibêje ku Evdal Xan lawê Mîr Şemsedîn e. Dîsa Ziya Avci jî heman xeletiyê dubare dike û dibêje ku Evdal Xan lawê Mîr Şemsedîn e. Avci di heman gotarê de nivîsiye ku Evdal Xan di sala 1657’an de hatiye kuştin, lê ji bo vê îdiayê jî çavkaniyê diyar nake. Heman xeletî, di hemû tezên akademîk dejî hatine dubarekirin. Bi taybetî, di nivîs û tezên der barê Bedlîsê yên mehelî de, (ku tê de behsa Evdal Xan jî tê kirin), çavkanî Nazmî Sevgen û Ewliya Çelebî ne. Di tez û nivîsên bîyaniyan ên di heman mijarê de jî dîsa çavkanî Ewliya çelebî ye. Ev xeletiyên jorê bi gelemperî hatine dubarekirin. Ji bilî agahiyên ku Ewliya Çelebî dane, nikarin tiştekî din bibêjin. Şîroveyên wan, girêdayî agahiyên Ewliya çelebî ne. Tiştên der barê Evdal Xan de hatine nivîsîn, yek jî di çarçoveya êrîşa Melek Ahmed Paşa de ye ku li dijî Bedlîsê, di sala 1655’an de pêk anîbû. Bêguman Ewliya Çelebî ev êrîş bi awayekî berfireh dide. Tenê ne şer, der barê Evdal Xan de jî agahiyên berfireh dide.
Di seyahatnameya Ewliya Çelebî de Evdal Xan, mirovekî otorîter, dîplomat, zana, edîb, şair, dirust, comert, hekîm, bijîşk, mîmar, neqaş, wênekar bi kurtayî ew mirovekî biexlaq, xwedîfeyz û “hezarfen” e. Her çiqas Ewliya ew fîşal kiribe jî em dizanin ku ew li gor dema xwe mirovekî zana û entelektûel bû. Bi erebî, farisî, tirkî û kurdî dizanibû, ji ber vê yekê têkiliyên wî bi dewletên havirdora erdnîgariya Kurdistanê re û beg û mîrên kurd ên cîran re xurt bûn. Ji kalê xwe Şeref Xan, pirtûkxaneyeke dewlemend û terbiya sîyasî û dîplomatîk ya farisan girtibû ku ew terbiye di warê dîplomasiyê de ew serkeftî kiribû. Di warê zanistê de, zanayekî bêhempa bû û ji ber rewşeznbîriya wî, haya wî ji pêşketin û bûyerên di cîhanê de diqewimîn çêdibû ku em van rêçan di pirtûkxaneya wî ya dewlemend de jî dibînin.
Li gor Ewliya Çelebî, Evdal Xan di nav sînorên xwe de teqez desthilatdar bû ku heya lawên wî jî jê pir ditirsiyan. Beg û rêvebirên dewleta Osmanî jî jê pir ditirsiyan. Rêvebirekî bitedbîr û siyasetmedarekî pîr bû. Di heman demê de ew, terzî, berber, muezîn, waîz, sîlahşor, kîmyager, nêçîrvan, beytar, mîmar, xetad, zimannas, hesinkar, zêrger, demjimêrsaz, hakak, muzîkjen, sazende, medah, tîrkeş, agirbaz, bêhndarsaz (parfûmsaz), mohirsaz, rengrês, şûşevan, şîranîker, cûmker, tevnker, serac, dartaş, merengoz, necar, goşkar, darbaz, pîrot, hokabaz, akrobat, cotkar û dêman bû. Wî di bexçeyê xwe de peykerên cur bi cur dabû çêkirin ku dişibiyan peykerên ewropiyan. Yanî Evdal Xan pêşiya Osmaniyan Ronesans li Bedlîsê di sala 1655’an de bi awayekî dabû despêkirin.
Ewliya Çelebî huner û taybetmendiyên Evdal Xan û yên di wan huneran de hoste û bi wan taybetmendiyên xwe navdar in dide ber hev. Li gor Çelebî, Evdal Xan di comerdiyê de, dişibe Hatemê Tay, di warê teyran de dişibe Menûçehr, di hespsiwariyê de wek Rustem e di muzîkjeniyê de wek Abdulah Faryabî, Gûlam Şadî û Fîsagores-î Tevhîdî ye ku 160 cure amûrên muzîkê li bal wî hebûn. Dîsa ew di warê demjimêrsaziyê de jî hosta bu ku ji Can Petro û Kaşper hostatir bû. Wek Bîlalê Hebeş muezîn, wek Hz. Ebûbekirê Sidîk tîrkeş, wek Hz. Elî sîlahşor, nandayînê wek Omer Bîn Imran bû. Di warê zanist û bijîşkiyê de Sokrat, Hîpokrat, Fîlkos û Calînûs li ber Evdal Xan “wek zarokên mekteba sereke (yên ku hê nû ebcedê dixwînin)” bû. Welhasil li gor Ewliya, Evdal Xan di “hefsed heftê hunerî de” xwedî hostatiyê ye. Bêguman sedemên hezarfeniya Evdal Xan hebûn. Li gor Ewliya Çelebî, Evdal Xan her dem ji mirovên zana, edib û xwedîhuner re rêz digirt û ji bo vê yekê mirovên zana û xwedî huner dihatin Bedlîsê û li dora Evdal Xan diciviyan. Evdal Xan jî xanî, milk û mal didan van mirovan û ji wan fêrî van huneran û agahiyên nû dibû wekî din lawên wî jî saya serê van mirovên zana, edîb û xwedîhuner de perwerdeya xwe didomandin. Yanî di dema Evdal Xan de, ji ber rewşenbîriya wî, Bedlîs bûbû qonaxeke edebî, zanistî. Ewliya ji aliyê zanistî, hunerî û edebî de, dema ku Bedlîsê bi dewleta Osmanî ve dide berhev, diyar dike ku mehterxaneya (bando) xan ji mehterxaneya dewleta Osmanî baştir û ji aliyê amûrên muzîk û muzîkjenan ve jî dewlemendtir e. Me li jorê gotibû ku xan mîmarekî bêhempa bû ku wî di Bedlîsê de goleke avê çêkiribû, jin û zarên xwe li kelekan siwar dikir û ew digerandin. Dîsa hemama qesra xan, di warê mîmariyê de mînakeke


