Li Madrid Erîvan û Japonya Newroz pîroz kirin
Kurd û Kurdistaniyan îro li dehan bajaran mîtîngên mezin ên Newrozê li dar xistin û Newroz bi coşeke herî mezin pîroz kirin. Li Madrid Erîvan û Japonya jî Newroz pîroz kirin.

Kurd û Kurdistaniyan li Madrîd, Erîvan û Japonya Newroz bernameyên rengîn pîroz kirin.
Madrîd
Kurd û Kurdistaniyan li Madrîda paytexta Spanyayayê bi bernameyekê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komîteya amadekar Murat Batman behsa Newrozê û nirxandina pêvajoyê kir. Piştra rêvebirê karê derve yê PYD Fuad Omer jî axivî û pêvajoya niha nirxand. Piştre bi stranên Agrîn Azad, mûzîk û dîlana Kurdî pîrozbahî bi coşek mezin dewam kir.
Erîvan
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê li Mala Çandê ya Tev Çandê ya li herêma Proşyanê Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên piştî wê de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedan, serhildan û azadiyê ye.
Parlementer Kinyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celand jî axivîn û diyarkirin ku divê Newroz bibe roja ku yekîtiya gel û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were xurtkirin. Pîrozbahî ku bi tevlîbûna Kurdên ji Elegez, Armavir û Erîvanê pêk hat, bi stranên hunermend Gulê Bejnê, Zagros Rojhilat, Medya Şemoyan û koma Bihar bi govendê dewam kir.
Japonya
Kurdistaniyên li bajarê Saitama yê Japonyayê, bi beşdarbûneke mezin a xelkê Newroz pîroz kir. Çalakî li Parka Akigashi hate lidarxistin, ku nêzîkî 1500 kes lê kom bûn. Beşdaran cilên kevneşopî yên Kurdî li xwe kirin û reqsên komî pêşkêş kirin. Xwarinên kevneşopî jî hatin pêşkêşkirin û hin beşdarên Japonî eleqeya xwe nîşanî çalakiyê da û beşdarî şahiyê bûn.
Nûnerê Komeleya Çandî ya Kurd li Japonyayê, organîzatorê çalakiyê Fakkas Cholak diyar kir ku hin alî hewl didin ku Newrozê bi "terorîzmê" ve girê bidin. Cholak got ku ew ê li dijî van kampanyayên reşkirinê û zirarê di navbera Kurdan û Japonyayê de çêdikin bisekinin.


