Li Meletî erdhêja bi pileya 4.4
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 4.4 erdhej çêbû.

Li gorî agahiya di malpera Serokatiya Rêveberiya Afetê û Rewşa Lezgîn (AFAD) de, li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 4.4 erdhej çêbûye.
Hat diyarkirin ku erdhej 16.36 kilometre di bin erdê de çêbûye.


