Li Mêrdîn û Aydinê 2 jin hatin kuştin

Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê Emîne Încî û li Navçeya Germencîk a Aydinê jî Meryem Akgul hatin kuştin.

1 deqe xwendin
Li Mêrdîn û Aydinê 2 jin hatin kuştin

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê li gundê Bîrînî jina bi navê Emîne Încî li mala xwe bi gûman kuştî hat dîtin. Ji bo otopsiyê cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Tê payîn ku piştî otopsiyê cenazeyê sewqê morga nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê bê kirin.

Duh jî zaroka 16 salî Zuhal Sayar bi awayekî guman kuştî hatibû dîtin. Bavê wê hatibû girtin. 

Aydin

Li navçeya Germencîk a Aydinê Îbrahîm Akgul, dayika xwe Meryem Akgul bi awayekî dijwar kuşt. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û çarçoveya lêpirsînê de Îbrahîm Akgun, hat girtin.