Li Mexmûrê konferansa çand û huner hate lidarxistin
Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) 4emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Huner Lêgerîna Heqîqetê ye’ lidar xist.

Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 4emîn konfransa xwe bi dirûşmeya ‘Huner Lêgerîna Heqîqetê ye’ li dar xist.
Salona konferansê ya bi wêneyên Rêber Apo, wêneyên şehîdên çand û hunerê, rengên gelêrî yên çanda Kurdan ji bo konferansê hatin xemilandin.
Konferans li salona Navenda Çand û Huner a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axaftina vekirina konferansê hate kirin.
Heseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman di destpêka axafîna xwe de balkişand li ser girîngiya parastina çand û hunerê û wiha got: “Em bi hêvî ne ku ev konferans bibe wesîleya bingêhê Civaka Aştî û Demokratîk. Hemû şoreşên serkeftî di aliyê xwe yê hunerî de serkeftine. Her mirovek bi çanda xwe tê naskirin. Civaka ku bikaribe çand û nasnameya xwe ya çandî biparêze wê bikaribe li hemberî hemû êrişan bi ser bikeve. Dema em li çanda gelê kurd temaşe dikin, çanda herî resen û kevin ku têkiliya wê bi xwezayê re heye, çanda gelê kurde.”
Piştî axaftina vekirinê, konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwendina rapora xebatên du salan yên NÇHMê û nirxandina rewşa siyasî berdewam kir.
Her wiha xebatên du salan yên NÇHMê hatin nirxandin û plansaziya du salên pêşiya me hate girtin.
Herî dawî rêziknameya NÇHMê hate xwendin û di erêkirina delegeyan re hat derbazkirin û di encma hilbijartina konferansê de Mihemed Bilen û Zenûra Babat wek hevberdevkên nû yên NÇHMê hatin hilbijartin.
Hevberdevkê NÇHMê, Mihemed Bilen axaftina girtinê ya konferansê kir û wiha got: “Em vê konferansê li Rêber Apo û hemû şehîdên şoreşê pîroz dikîn. Ji roja me xebat dewr girtî heta niha qasî ji me hatiye me hewl daye ku em xebatek baş bikin. Wek hevalan jî rexnekirî, em di gelek aliyan de nebûn bersiv. Di van du salên li pêşiya me jî erkê me ye ku em li ser pardigmaya Rêber Apo xebatên xwe bidin meşandin. Em dubare soz didin ku emê ji bo zarokên vî gelî û xeta Rêber Apo tişta ji me were xwestin, emê bikin.”
Konferans bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.


