Li Newroza Qendîlê standa pirtûkên Abdullah Ocalan hat vekirin

Li qada Newrozê ya Binarê Qendîlê standên pirtûkan hatine danîn, di nava wan de pirtûkên Rêber Apo, Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Diyar Xerîb jî hene. Gel eleqeyek zêde nîşanî pirtûkan didin.

1 deqe xwendin
Li Newroza Qendîlê standa pirtûkên Abdullah Ocalan hat vekirin

Li qada pîrozbahiya Newroza Qendîlê standek ya pirtûkan hatiye danîn û bi sedan pirtûk têde hatine danîn.

Beşek zêde ya wan pirtûkan yên Rêber Apo, pirtûkên nivîskar Serdar Star, pirtûkên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Diyar Xerîb hene.

Li standê pirtûkên Rêber Apo yên bi zimanê Erebî û Kurmancî hene. Her wiha kovar, broşorên akademiya jineolojî jî têde cih digrin.