Li Nisêbînê 6 rojnameger hatin binçavkirin

Piştî meşa li Nisêbînê, polîsan êrişî girseyê kir û 6 rojnameger jî di nav de gelek kes binçav kir.

1 deqe xwendin
Li Nisêbînê 6 rojnameger hatin binçavkirin

Ji bo piştevaniya bi rojavayê Kurdistanê re, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya hezaran kes meş hat lidarxistin. Welatiyan xwestin sînor derbas bikin. Di vê navberê de polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes binçav kir.

Li aliyê din; di êrîşa polîsan de hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol, nûçegihana JINNEWSê Pelşîn Çetînkaya, rojnameger Ferhat Akinci, Muhammet Alî Yilmaz û Bariş Demîrcan jî hatin binçavkirin. Polîs dema dest bi binçavkirinan kir rojnamevanan derb kir û wan li wesayitan siwarkirin.

Niha li seranserî navçeyê rewşeke awarte derketiye holê. Polîs û leşkeran hemû kolan girtine û nahêlin welatî derbasî herêma ser sînor bibin.