Li qada Newrozê posterê Abdullah Ocalan rakirin
Bi deh hezaran kes di pîrozbahiya Newroza Wêranşarê de kom bûn û ji bo azadiya fiziki ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan qêrîyan.

Komideya Amadekar a Newrozê li navçeya Weranşarê ya Rihayê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Newrozê pîrozbahî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi deh hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, zer û sor hatin qada Newrozê. Li qada ku coş zêde bû, girseyê bê navber dirûşmên, “Bîji Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin.
Bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ posterê Abdullah Ocalan vekirin
Bi destpêkirina bernameyê re posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Di vê demê de jî sloganên, “Bê Serok jiyan nabe” bilind bûn. Bername bi xwendina sirûda neteweyî “Ey Reqib” dest pê kir. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên aştî û demokrasiyê dest pê kir. Piştî wê hunermend Evdila Sal derket ser sahneyê û bi stranên xwe coş girse coşand.
‘Îradeya aştî û demokrasiyê li Îmraliyê ye’
Piştî bernameya muzîkê, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan axivî. Dilan Kunt Ayan Salih Muslim bibîr anî û diyar kir ku Newroz ji berê de li gel hemû astengî û xedexeyan bi têkoşîn û berxwedanê hatiye pîrozkirin. Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser bangewaziya ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li Îmraliyê hate kirin û got: “Divê şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan bên avakirin. Îradeya aştî, demokrasî û çareseriyê li Îmraliyê ye.”
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û Salih Muslim bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser bangewaziya 27ê Sibatê û pirsa, “statûya sermuzakerevan Abdullah Ocalan dê çawa be?” kir û wiha got: “Divê şert û mercên xebata azad bên afirandin. Pêwist e demildest girtîyên siyasî werin berdan. Em di vê mijarê de bi israr in.”
Çareserî neteweya demokratîk e
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û dorpêç û êrişên li ser gelê kurd hatine meşandin bi bîr xistin û got: “Li Rojava gelê herêmê daxwaza jiyana bi statû kir. Li dijî hemû êrişan gelê Kurd bedelên giran dabin jî bi muzakere û dîplomasiyê destkeftiyên xwe parastine.” Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku feraseta neteweya demokratîk ku ji hêla Abdullah Ocalan ve tê pêşniyar kirin rê dide ku hemû gel bi ziman û baweriya xwe bijîn.
‘Jin têkoşîna azadiyê didomînin’
Têkildarî berxwedana Rojavayê Kurdistanê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku vê berxwedanê ruhê yekîtiyê li nav Kurdan zêde kiriye û li çar parçeyên Kurdistanê peyama “têkoşîna hevpar û yekîtiyê” derxistiye holê. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rola jinan û got ku jin bi sloganên “jin, jiyan, azadî” têkoşîna xwe didomînin û ji Weranşarê heta Ewropayê peyama jiyana azad didin.”
Wêranşarî bi stranên Gula Çiya û Kadîr Çat coşiyan
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Di dema pêxistina agir de sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Bername bi stranên hunermend Gula Çiya û Kadir Çat berdewam kir. Girseyê li ber stranan govend girêdan û Newroz pîroz kirin. Piştî performansa hunermendan Newroz bi dawî bû.


