Li Qamişloyê panela jinan hat lidarxistin

Li Qamişloyê di panela Meclisa Jinan a Sûriyeyê de hate diyarkirin ku divê hebûn û nasnameya jinan li Sûriyeyê neyê paşguhkirin. Encamnameya panelê dê radestî Meclisa Şêwirmendiya Jinan a NYyê bê kirin.

1 deqe xwendin
Li Qamişloyê panela jinan hat lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Meclisa Jinan a Sûriyeyê der barê beşdarbûna jinan di qada siyasî a Sûriyeyê de, li Hola Birc a Qamişloyê panelek organîze kir. Çalakvanên jin, endamên saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û hiqûqnas, endamên saziyên civaka sivîl ên kurd, ereb, suryan û ermen ên li Rojavayê Kurdistanê tev lê bûn.

Di panelê de hiqûqnas Nûra Xelîl destnîşan kir ku hebûna jinan di hemû qadan de pêşketinan ava dike, jinan di sedsala 20'an de beşeke mafên xwe bi dest xist, lê bi hatina Bihara Gelan û aloziya Sûriyeyê (2011) bandoreke neyînî li beşdarbûna jinan di qada siyasî de çêkir. Tevî ku di destûra Sûriyeyê (2012) de hin xalan de maf ji bo jinan hate dayîn, lê li ser rûyê erdê astengî hatin jiyankirin. Di aloziya ku rû da jin rastî koçberî û ... hwd hat ev yek hişt ku ew jî dûrî qada siyasî bikeve. Sûriyeyê li ser 3 herêman hate dabeşkirin, li herêma ku rejîm tê de bû hebûna jinan di asteke sînordar de ma, li herêma opezîsyonê jî li hin cihan hate dîtin û li herêmên Rêveberiya Xweser jinan di asteke bilind de cih girt, saziyên jinan ên taybet hatin avakirin û hetanî qada xwe ya leşkerî ava kir.

Paşê beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku divê di milê qanûnî de li Sûriyeyê hebûn û nasnameya jinan bên misogerkirin, kiryarên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê gumanên wan li beramberî jinan zêdetir dike, lewma jin xwe di rewşeke xirabtir de dibînin. Divê mafên jinan neyên paşguhkirin.

Her wiha jinan ev gotin anîn ziman: “Divê destûrkek ku hemû pêkhate û tevî hebûna jinan bi hemû rengên xwe, bê çêkirin. Tecrubeya ku me li herêmê jiyan kir bandorekeerênî bi xwe re anî, lewma em dibêjin pêdivî pê heye ku jin cihê xwe di hemû qadan de bigirin. Beşdariyeke jinan a qanûnî hemû pirsgirkan çareser dike. Em ji van daxwazên xwe venagerin, perensîbên me hene jin wê bi perensîbên xwe tê bikoşin.”

Jinan di panelê de nerazîbûnên xwe li hember dan û standinên dezgehên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li beramberî daxwazên wan ên birêxistinkirina çalakiyan nîşan dan û got: “Hiştin em gotina jin û gotina pirrengiyê ji daxwazên ku me ji wan re kirine, rakin. Şertê sereke jî ji bo lidarxistina çalakiyê divê bi hebûna `ewlehiya siyasî` bê lidarxistin, kesên ku beşdar bibin jî divê bi qebûlkirina wan be.”

Pêşniyarên ku di panelê de hatin kirin, wek encamname hatin xwendin. Li gorî agahiyên ku Meclisa Jinan dane me, dê ev pêşniyar radestî aliyên peywendîdar û Meclisa Şêwirmendiyê ya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bên kirin.

Panel bi xwendina xalên encamnameyê bi dawî bû. Encamname wiha ye:

"* Divê dest bi xebatên pêkanîna edaleta veguhêz bê kirin û divê jin tê de beşdar bin.

* Tevahî mafên hemwelatîbûnê.

* Pêşxistina nirxên demokratîk û hemwelatîtiya wekhev di gotara çandî û civakî de.

* Ol ji dewletê bê dûrxistin.

* Beşdarbûna jinan di qanûnê de û misogerkirina mafên jinan.

* Ragihandina pêşnûmeyeke nû ya destûrî.

* Rêjeya hebûna jinan.

* Ji nû ve re avakirina qada aborî, civakî û çandî.

* Avakirina rewşeke nû ya siyasî ku piştgiriya jinan bike.

* Xurtkirina rola çapemeniyê ji bo balkişandina ser dozên jinan.

* Divê bal bê kişandin ser beşdarbûna jinan û îradeya wan a çalak. Pêşxistin û piştgiriya jinan a serbixwe dûrî ramanên partîtiyê.

* Damezirandina platformeke jinan ku jinên hemû Sûriyeyê cihê xwe tê de bigirin.

* Ji bo piştgiriya dozên jinan, divê alîkarî ji bo rêxistinên herêmî bê pêşkêşkirin.

* Divê jinên pêşeng di hemû komîteyên dan û standinan de yên qanûnî û zagonsaz cih bigirin.

* Piştgiriya entegrekirinê li ser esasê wekheviya di navber jin û mêran de di destûra Sûriyeyê de.

* Zêdekirina nûnertiya jinan di partiyên siyasî, parleman û saziyên hikumetê de.

* Pêşxistina jinan di qada aborî de da ku bikarin beşdarî qada siyasî bibin.

* Piştgiriya jinan ji aliyê aborî ve ji bo derfetên xebatê û mûçeyan.

* Perwerdekirina jinan li ser xebatên pêşxistina aborî."