Li Qendîlê pîrozbahiya Newroza bi dawî bû
Li Qendilê îsal Newroz bi tevlêbûna deh hezaran kesan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê di saetên êvarî de bi dawî bû.

Newroz li Binarê Qendilê bi tevlêbûna deh hezaran kesên ji bajarên cuda hatibûn, hat pîrozkirin. Piştî axaftinan, di saetên êvarî de girseyê li ber stran û muzikê govand gerand. Hunermendan bi stranên xwe girse coşand. Pîrozbahiya Newroza li Binarê Qendîlê bi gerandina govendê bi dawî bû. Tevî baran û sermaya zêde jî tevahî rojê welatiyan bi coş û xuroş Newroz pîroz kirin.
Piştî stranên hunermendên weke Luqman Selîm, Çopî Fetah, Koma Hunerê ya Şengalê, Koma Hunerî ya Mexmûr, Hunermend Ferhat Merdê, Mihemed Germiyanî, Xezal Mistefa, Rêvîn Aras, Samal Salih bi coş û xuroş govend gerandin û şûnde pîrozbahî bi dirûşman bi dawî bû.


