'Li Rojava rewşeke derhiqûqî heye'

Baroya Amedê, OHD û ÎHDa Amedê li dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê yên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê daxuyanî da wiha hat gotin: “Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye.”
Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyanîyê de gelek nûnerên saziyên sivîl, parastvanên mafên mirovan û parêzer amade bûn. Daxuyaniya tirkî Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Gûleç xwend.
Abdulkadîr Gûleç di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di bingeha hiqûqa navneteweyî de mafên gelê kurd ê li Rojava bi awayekî vekirî di bin parastina navneteweyî de ye û wiha got: “Rewşa civakî û siyasî ya ku li Rojava derketiye holê, li ser bingeha wekheviya gelan, baweriyan û nasnameyan, rêveberiyeke demokratîk, pirçandî ye. Ev rewş di raya giştî ya navneteweyî de bersivekî meşrû dît û wekî tecrubeyeke girîng hate nirxandin ku li rojavayê Kurdistanê çareyek aştiyane û li ser bingeha hiqûqî pêkan e. Lê piştî hilweşîna fermî û fiîlî ya rejîma Esad, rêveberiya demkî ya bi serokatiya Ehmed El Şara hatiye damezrandin, di demeke kurt de ber bi pratîkên dewleta otorîter, yekgirtî ve çû. Êrişên li dijî elewiyan, dûrziyan û dawî jî li dijî gelê kurd, kuştinên komî, koçkirina bi darê zorê û îşkence pêk hatin. Ev nîşan didin ku li Rojava pêvajoyeke nû ya tundî û derveyî hiqûqî tê avakirin.”
‘Aştiyeke domdar bi înkar û tundiyê nabe’
Abdulkadîr Gûleç got ku erişên dawî yên li dijî Helebê, operasyonên leşkerî yên li xeta Raqa û Dêra Zorê hatine zêdekirin û wiha berdewam kir: “Dorpêçkirin û hewldanên li dijî Hasekê û Kobanê yên ji bo tunekirina statûya Rojava, rasterast gefê li mafê jiyana sivîlan dike û ihtîmala aştiya domdar li Rojava qels dike. Bêstatûkirina Rojavayê ne tenê perspektîfa jiyanê ya hevbeş hedef tê girtin, herwiha aştiya herêmî jî xera dike. Mafê gelan a diyarkirina pêşeroja xwe, xwe bi awayek azad temsîlkirin û hebûna xwe bi ewlehî garanti kirin, di bin teminata hiqûqa navneteweyî de ye û mafên gelê kurd ê Rojava bi awayekî vekirî di bin parastina navneteweyî de ne.”
Di dawiya axaftina xwe de Abdulkadîr Gûleç ev tişt gotin: “Aştiya domdar li Tirkiyeyê bi garantiya hebûn û mafên gelê kurd ê li Rojava ve girêdayî ye. Aştiyeke domdar ne bi înkar, tundî û bêstatûyê tê avakirin lê bi rêzgirtina îradeya gelan û garantiya wekhevî ya nasname û baweriyan tê avakirin. Parastina çareya demokratîk û statûya hiqûqî ya Rojava, şertên bingehîn in ji bo bi hêzkirina aştiyê li Tirkiyeyê û herêmê.”
Daxuyanî dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.


