Li ruxmê agirbestê HTŞ gundên Kobanê bombe dike
Çeteyên HTŞê yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û wan perwerde dike, gundên Cade, Qube û Hemdaş ên li Kobanê bi dijwarî bombebaran kir. Di nava rojê de jî êrîşî Sirinê kiribû.

Li ruxmê HTŞê agirbest îlan kiriye jî, dîsa HTŞ peymanê binpê dike û gundên Kobanê û Sirinê bombe dike. Komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, gundên Cade, Qube û Hemdaş ên li Kobanê bi dijwarî bombebaran kir.
Di nava rojêde gundên Sirrînê bombe kiribû
Çeteyên HTŞ-DAIŞê yên dewleta Tirk piştgiriyê dide wan û wan perwerde dike, êrişî Sirînê kirin. Şervanên HSDê û YPJê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da.
HTŞê 6 caran peyman îhlal kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî ji duh ve gelek caran peymana agirbestê binpê kiriye.


