Li Şengalê hewildanên fermana siyasî

Di 3'yê tebaxa sala 2014'an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê derketin, ango reviyan. Wan xelkê Şengalê di nav lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin.

1 deqe xwendin
Li Şengalê hewildanên fermana siyasî

Di 3'yê tebaxa sala 2014'an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê derketin, ango reviyan. Wan xelkê Şengalê di nav lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin. Di encama vê êrişa hovane de bi hezaran kes hatin kuştin, bi sedan kes hatin revandin û hejmarek mezin a gel ji cih û warê xwe bûn.

Lewma ji wê rojê vir ve civaka êzidî dibêje, "PDK´ê Şengal radestî DAIŞ'ê kir."

Tevî van hemû êş û azarên hatin jiyîn jî gelê êzidî di xwe de hêza jinûveavakirina Şengalê dît. Bi taybetî di pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, hêzên xwe parastinê yên mîna Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Di rizgarkirina Şengalê de ev hêzên xweparastina civaka êzidî xwedî roleke sereke û diyarker bûn.

Bi rizgarkirina Şengal û gundewarên wê ve, civaka êzidî ji bo careke din bi fermanan re rûbirû nemîne girîngî da hêzên xweparastinê. Di vê çarçoveyê de ji derveyî YBŞ û YJŞ’ê hêzên Asayîşa Êzidxanê jîhatin avakirin ku erka vê hêzê di nav bajar û bajarokên Şengalê de parastina gel bû.

Ev ji bo civaka êzidî şoreşek bû. Cara yekem bi îradeya xwe ya azad xwe birêxistin dikin û ji bo li herêmê hebûna xwe bidomînin, xwedî li çand û dîroka xwe derkevin, gaveke wisa pîroz avêtibûn.

Bêguman bi rizgarbûna Şengalê re li gel avakirina yekîneyên leşkerî, êzidiyên Şengalê di warê civakî de jî xwe bi rêxistin kirin. Ev ji bo xelkê herêmê şoreşek bû. Lewma ji heft salî heya heftê saliyan her yek li dora vê şoreşa pîroz li hev civiya û lê xwedî derket.

Bi parastin û xwebirêvebirina xwe ve, tevî hemû tehdîdên li ser herêmê bi pêş diketin jî civaka êzidî ji bo xwe îradeya jiyana azad û aram dabû avakirin.

Lê ev nedihat wateya lîstik û planên li ser Şengalê tên lîstin bi dawî bûne. Bi taybetî bi pêşengiya dewleta tirk a dagirker re her tim Şengal bû hedafa êrişan. Di encama êrişên hewayî yên artêşa tirk de gelek şervanên YBŞ û YJŞ û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji derveyî êrişkariya leşkerî, di qada siyasî de jî li ser Şengalê her çû zextên siyasî zêdebûn. Di 9’ê cotmeha 2020’î de bi destwerdana dewleta tirk ve di navbera rêvebiriya PDK’ê û hukûmeta Kazimî de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin.
Hemû pêkhatiyên li dijî vê peymana bêyom ya ku bi her awayî îradeya gelê herêmê binpê dike, nerazîbûn nîşan dan. Ji bo dengê xwe bigihînin aliyên peywendîdar, xelkê herêmê di pêşengiya meclis û saziyên Şengalê de ji 2’yê kanûna 2020’î vir ve li pêşiya avahiya Asayişa Êzdîxanê kon vedane û dest bi çalakiyê kirine.

Piştî îmzekirina peymana înkarê, artêşa Iraqê hêzek mezin ber bi Şengalê ve şand. Ji bo beltakirina peymanê û sekinandina sewqiyata hêza leşkerî ya ber bi herêmê ve şandeyek ji rêvebiriya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û rêvebiriyên saziyên herêmê hin hevdîtin pêk anîn.

Şandeya Şengalê di vê demê de bi gelek aliyên cuda re hevdîtin pêk anîn û daxwazên xwe bi wan re parve kirin. Di nav van kesan de serokwezîrê