Li Şengalê kî çi dixwaze?

Di dema derbasbûyî de, serkêşên dewleta tirk îtiraf kirin ku ew zorê li hukûmeta Bexda û PDK'ê dikin ku şertên Peymana 9'ê Cotmehê ya di derheqê Şengalê de pêk bînin.

1 deqe xwendin
Li Şengalê kî çi dixwaze?

Di dema derbasbûyî de, serkêşên dewleta tirk îtiraf kirin ku ew zorê li hukûmeta Bexda û PDK'ê dikin ku şertên Peymana 9'ê Cotmehê ya di derheqê Şengalê de pêk bînin.

Di peymanê de tê gotin ku divê Asayîşa Êzidxan çekên xwe deyne û dawî li xebatên xwe yên parastina gelê herêmê bîne. Her wiha li gor peymanê divê saziyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî xebatên xwe yên rêxistinkirina gel bi dawî bike û divê saziyên di bin rêvebiriya meclisê de ne, dewrî hukûmeta Bexdayê bên kirin.

Bêguman ev zext û zordariya dewlata tirk, rasterast destwerdana li karê navxweyî yê Iraqê ye. Di qada navneteweyî de ev sûc e.

Dewleta tirk bi çeteyên bermahiyên DAIŞ'ê re beşek ji axa Sûriyeyê dagir kir. Mirovan direvîne, fîdye dixwaze, deverên dîrokî hildiweşîne, xwezayê talan dike û ev ne bes e li ser gel qetlîaman pêk tîne. Tevî ku ev hemû ji aliyê PDK’ê û hikûmeta Bexdayê ve tê zanîn jî ew ji hevkariya xwe ya bi dewleta tirk paş ve gav navêjin.

Bi vê hevkariyê re armanca dewleta tirk her çiqas dagirkirina Şengalê be jî di bingeha xwe de xeyalên sînorên Mîsakî Miliyê heye. Bêguman wek gava yekem ew dixwazin deverên stratejîk yên başûrê Kuridistanê dagir bikin û hebûna xwe ya li herêmê daîmî bikin.

Dewleta tirk ji bo bigihîje vê xeyala xwe argumanên mîna "PKK li Şengalê bi cih bûye" pir bi kar anî û tîne. Li ser vê îdiaya Tirkiyeyê, endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebulxaliq Ezawî daxuyaniyek dabû û gotibû: "Li ber destê me belgeyek nîne ku hebûna PKK'ê li Şengalê îspat bike."

Hêzên herêmî jî baş dizanin ku HPG li ser banga KCK'ê hêzên xwe yên leşkerî di nîsana 2018'an de bi awayekî fermî ji Şengalê kişandin. Lê gefên dewleta tirk ên li ser herêmê bi vê paşvekişînê jî bi dawî nebûn. Ji wê rojê haya roja me artêşa tirk li herêmê gelek êrîşên hawayî pêk anîn. Di van êrîşan de bi giranî kesên sivîl û şervanên YBŞ û YJŞ’ê bûn hedefa balafirên dewleta tirk.

Dewleta tirk li derveyî axa xwe