Li ser xetê û bin xetê agirê Newrozê geş kirin
Kurdan li ser xetê û bin xetê bi girseyî agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Li Mêrdîn, Amed, Hesekê û Tirbespiyê di tariya şevê de bi hezaran mirov li hev kom bûn û bi agirê Newrozê şeva tarî ronî kirin.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê, li taxa Şahîn Tepesî ya navçeya Yenîşehîrê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku piranî ciwan û jin bûn beşdarî çalakiyê bûn.
Beriya pîrozbahiyê, di şexsê Salih Muslim de ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî ku agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aşitiyê ve hat vêxistin, jinan bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û bi meşaleyan ber bi qada çalakiyê ve meşiyan.
Mêrdin
Li taxa Prîketa ya navçeya Qoser a Mêrdînê jî meşeke bi meşale ya Newrozê hat lidarxistin. Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Newroz pîroz be” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û marş hatin xwendin.
Di meşê de xwestin ku li Qada Newrozê ya Qoserê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Piştî meşê, girseyê agirê Newrozê vêxist û bi stranên kurdî govend gerandin.
Amed
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li taxa Malabadiyê ya navçeya Farqîn a Amedê jî meşeke bi meşale hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî meşê bûn.
Girseya ku li ber Pira Malabadiyê ya dîrokî hatin cem hev, bi stranan govend gerandin. Beriya meşê Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Farqînê Mahfuz Kızılduş axivî û diyar kir ku heta gelê Kurd hebe, paradîgmaya Abdullah Ocalan dê bijî.
Piştî daxuyaniyê, bi dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” meşek hat lidarxistin. Piştî meşê li ber deriyê Êlih HES’ê agirê Newrozê hat vêxistin û beşdaran bi stranan govend gerandin.
Li Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Gelê Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê cilên elêrî li xwe kirin, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Çilaxa
Gelê bajarokê Abîre yê li Çilaxa li dora agirê ku pêxistibûn kom bûn. Di şahiya Newrozê de alên YPJ, YPG û ciwanên şoreşger hatin hilgirtin. Gel li dora agir li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.
Hesekê
Agirê Newrozê bi beşdariya bi dehan kesan li taxa Kelasê hate pêxistin. Gel bi cilên xwe yên gelêrî pîrozbahiya Newrozê xemilandin.
Tirbespiyê
Li ber Mala Êzîdiyan a Tirbespiyê agirê Newrozê hat pêxistin. Qada Newrozê bi alên YPJ-YPG û posterên Rêber Apo hat xemilandin.


