Li Sêrtê dayîka aştiyê jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Berfîn Saîn ku du meh bû ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Berfîn Saîn a 70ê salî ku du meh bû li Nexweşaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê tedawî dibû, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Berfîn Saîn ji aliyê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hat girtin.
Cenaze li goristana Zeviyê ya taxa Çal a Sêrtê hat definkirin. Şîn li Mala Şînê ya Halîn Bîn Welîd a taxa Koperatîfê hat danîn û wê sê rojan bidome.


