Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Newroz hate pîrozkirin

Sembolên berxwedanê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi diruşmeya ‘Gelê kurd yek e’ agir dadan û Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Newroz hate pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Gelê berxwedanê yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Newroza 2026an pîroz kir. Gel agir pêwist û li dora agir govend girê da. Di dema pîrozbahiyê girseya strana ‘Kî Ne Em’ xwendin. Bi yek dengî gotina, ‘Kî ne em?’ hate berzkirin û bersiva, ‘Em Kurd in, em Kurdên Zerdeşt in’ hate dayîn. Her wiha heta derengiya şevê li dora air sloganên, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’, ‘Yek e, yek e, yek e gelê kurd yek e’ hatin avêtin.

Girse li dora agir li ber stranên Kurdî demek dirêj govend gerandin.