Li Silêmaniyê meşa Şehîd Denîz hat lidarxistin

Gelê Silêmaniyê ku bi rojan be bi deh hezaran li ser piyan e îro jî bi navê, ‘Yekşema Şehîd Deniz’ dest bi meşê kir. Beş bi dirûşma dilsoziya Rojava tînin ziman, didome.

1 deqe xwendin
Li Silêmaniyê meşa Şehîd Denîz hat lidarxistin

Li Silêmaniyê bi pêşengtiya jinan meşa ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistan û şervanên jin destpê kir. Li bajarê ku bi rojan e sed hezaran kes kuçeyan terk nake, îro meşek bi heybet pêk anîn. Di meşê de bê navber dirûşma ‘Jin jiyan azadî’, ‘Rojava ne bi tenê ye, ‘Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e’, ‘Yek yek ye Kurdistan yek welat e’ û ‘Şehîd Deniz namire’ hatin berzkirin.

Girseya di seatên nîvro de li ber derê Baxê Giştî ya Silêmaniyê hatin cem hev xwe bi al û rengên Kurdistanî xemilandin. Ji zarokan heta ciwan, kal û pîran bi deh hezaran Silêmanî li pişt pankarta, ‘Yekşema Şehîd Deniz’ dest bi meşê kirin. Gelek rêxistinên jinan, ciwan û civakî tev li meşê bûn. Kelecana li nava meşê, bi taybet jî pêşengtiya jinan ya ji bo meşê hêjayî dîtinê ye.