Li Silêmaniyê zêdetirî 10 hezar kes xwedî li berxwedana rûmetê ya Rojava derketin
Li Stadyûma Tîma Newroz bi beşdariya zêdetirî 10 hezar kesan, piştgirî ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat nîşandan û dê dahata bilêtên maçê weke alîkarî ji Rojava re were şandin.

Li gorî agahiyên ANF NEWSê, îro Stadyûma Tîma Newroz bûye qada nîşandana piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
Tevî ku zêdetirî 10 hezar kes li stadyûmê amade bûne, bi bilindkirina alaya Herêma Kurdistanê, bi qêrîna dirûşmên weke ‘Bijî Berxwedana Şervanan, ‘Yeke Yeke Yeke, Gelê Kurd Yeke’, ‘Rojava bi Tenê Niye, Başûr Piştgirê wê ye’hatine berzkirin. Herwiha bi hezaran welatiyan bilêtên maçê kirin, lê neçûne maç temaşekirine.
Berê hatibû ragihandin ku dahata lîstikê dê ji bo penaberên li Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrişên çeteyên Colanî û dewleta tirkan ji malên xwe reviyane, were bexşandin. Herwiha hate hînbûn kue hin hunermend ji her çar beşên Kurdistanê beşdar bûne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Maça hefteya 15an ya Lîga Stêrkên Iraqê di navbera Tîma Newroz û Tîma Germe de hat leyîstin û bi serkeftina 1-0 ya Tîma Germe bidawî bû.


