Li Silopiya bi beşdariya deh hezaran Newroz hat pîrozkirin

Li Silopiya pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat. Hevserokê Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişnad ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xwest, zagonên ku dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin jî di nav de gavên entegrasyona demokratîk û demokratîkbûnê yên pêwist divê demildest bên derxistin.

1 deqe xwendin
Li Silopiya bi beşdariya deh hezaran Newroz hat pîrozkirin

Newroza Silopiyayê bi beşdariya deh hezaran kesan ve bi coş hate pîroz kirin. Girseya di seatên sibê de li qada bi kesk, sor û zer hatiye xemilandin bi govenda li ber dahol û zirneyê dest bi pîrozbahiyê kir. Welatiyên kincên neteweyî li xwe kirî, sloganên dilsoziya wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên têkoşîna azadiyê û yeîtiya gelê kurd re tîne ziman avêtin. Girseyê li aliyekê bi coş û peroş Newroz pîroz kir û li aliyê din jî bi pankart û sloganan peyamên siyasî dan.

Peyama Abdullah Ocalan hate xwendin

Li qada ji welatiyan hatî dagirtin, piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê agirê Newrozê ji hêla dayîk û siyasetmedaran ve hate pêxistin. Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza Amedê şandî li vir jî hate xwendin.

‘Yekîtiya neteweyî di dilê gel de pêk hatiye’

Parlementerê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê yekîtî ferz e. Di dil û mejiyê gelê kurd de êdî yekîtî pêk hatiye. Wekî pêşiyên me gotîn her teyr bi refa xwe re difire. Êdî em dê ji vê seatê pêve bi refa xwe re bifirin. Ji bo ciwanên kurd, têkoşer û berxwedêr, em dê azadiya xwe jî statûya xwe jî pêk bînin. Me gelek zil û zordarî kişandin û gelek li berxwe da. Lê êdî bes e, kê çi dike bila bike kes nikare pêşiya ciwanên têkoşer bigire.”

‘Gelê kurd li Rojhilata Navîn demokrasiyê dixwaze’

Têkildarî peyrana li Rojhilata Navîn jî Îrmez diyar kir ku gelê kurd ji şer re dibêje na lê Rojhilata Navîn re demokrasiyê dixwaze. Îrmez wiha domand:”Hûn di bînin di Rojhilata Navîn de şer diqewime. Em wekî gelê re dibêjin ji şer re na, aştî û demokrasî, Rojhilatek Navîn a demokratîk. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek dimeşe. Ev pêvajo gelek girîng û divê herkes piştgirî bide. Ji bo azadî û aşitiyek mayîn de divê herkes xwedî li pêvajoyê derkeve. Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Ocalan e.”

‘Em azadiya Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û statu dixwazin’

Îrmez Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi bîr xist û wiha pêde çû: “Ev salek e dem di ser pêvajoyê de derbas bû. Daxwazên gelê me hene. Yek divê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bê. Divê Rêzdar Ocalan bê nav gelê xwe û Newroza gelê xwe pîroz bike. Didu, divê girtiyên azadiyê bin nav gelê xwe. Sisê, divê statûya gelê Kurd li erdnîgariya Tirkiyeyê de misoger be. Divê desthilatdariya Tirkiyeyê girîngî bide pêvajoyê gavên şênber bavêje. Em li bendê ne. Di saya ciwan, dayîk û gelê me de ev yek dê pêk bê. Em dê li Tirkiyeyê aştiyek mayîn de, komarek demokratîk pêk bînin. Bila hêviya gelê me geş be, biryara wan heta dawiyê hebe. Agirê Kawayê Hesinkar pêxistî, ji bo azadiya gelê kurd dê her bilind be. Bi vê heybeta we ez cejna Newrozê pîroz dikim.”

‘Gel li ber stranên hunermendan coşiya’

Li dû axaftina Îrmez, Hunermend Ata Silopî derket ser dikê û stranên xwe ji gel re pêşkêş kirin. Dûre jî Azad Ergîn derketin ser dikê û gel bi stranên xwe coşand. Îsmaîl Silopî jî derket ser dikê û stran gotin. Gel demek dirêj li ber stranên hunermendan govend gerand.

Congoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiyê de bi Kirmanckî û Kurmancî Newroza gel pîroz kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha axivî: “Ev bajar bi berxwedêriya xwe meşaleya Kurdistanê ye. Di demên herê dijwar de pêşengiya serhildanan kir. Her bijî Silopî, Şirnex û Botan. Gelê me yê hêja li Silopiyê gelek hevalên em bi bîr bînin hene. Em dibêjin heval Sêvê, Fatma û Pakîzê hûn nehatin ji bîr kirin. Gelê Silopî li vir e. Birêz Ebubekîr Denîz û Serdar Daniş hevalên we, dayîka Taybet zarokên te qadên Newrozê dagirtin.”

‘Dewlet kuştinê kurd jiyandinê nîqaş dikin’

Di axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedarê kurd Salih Muslim jî bi bîr anî û wiha domand: “Salih Muslim di şertên herê dijwar de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Gelê Kobaniyê di merasîma cenaze de silav ji Bakur re şandin. Em jî Kobaniyê silav dikin. Her hebî gelê kurd, her hebû çar parçeyên Kurdistanê. Hemû dewlet nîqaşa ka dê çewa şer bikin û qetilkirinê pêk bînin. Lê gelê kurd li Rojava, li Rojhilata Navîn rêya aştî û demokrasiyê nîşan da. Silav ji yên têkoşînek ji mirovahiyê re mîna dimeşînin.”

‘Bi têkoşînê hebûna gelê Kurd hat qebûlkirin’

Banga 27ê Sibatê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk manîfestoya pêkanîna aştiyê ye. Bi Banga 27ê Sibatê danî holê ku gelê kurd hebû, heye û dê hebe. Ev yek bi ked û têkoşînê pêk hat. Bi îradeya Birêz Ocalan, têkoşîna gelê kurd re di dawiya sed salan de em pêvajoyek nû nîqaş dikin. Sed sale gelê kurd li ser vê axê nehat naskirin. Di encama têkoşînê de niha ev tê nîqaşkirin. Dibêjin, ‘gelê kurd çi dixwaze?’. Gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, bi zimanê zikmakî bijî. Lê ev sed sale em dîrokek Kurdî tê qedexekirin, dijîn.

‘Gelê kurd got; kurd yek e’

Li zindana Amedê dîrokek hate nivîsandin. Ev dîrok niha li tevahiya Rojhilata Navîn tê nivîsandin. Ev dîrok niha me tevan gazî têkoşînê dike. Roj roja pêkanîna Bangawaziya 27ê sibatê ye. Ji niha pêve divê dewlet êdî gav bavêje. Dewleta bi înkara kurdan dixwaze xwe li ser piyan bigire, divê gav bavêje. Komisyona li Meclisê bikariba qasî Abdullah Ocalan cesaret nîşan bidaya, niha rewş cuda bûya. Em ji vir banga dikin, roj roja înşakirina jiyanek wekhev û hevpar e. Li Rojava, Rojhilat û Başûr gel derketin holê got ‘yek e yek e yek e gelê kurd yek e’. Qedexeyên dewletê danîn, ne çûn serî. Gelê Kurd têkoşîna xwe domand û jinan jî li asta herî pêş pêşengî kir.

‘Abdullah Ocalan rêya azadiyê vekir’

Kurd êdî li Rojhilata Navîn hêzek e, pergalek e. Me ev pergal û têkoşîn bi hev re afirand û em dê bi hev re bidin meşandin. Yekîtiya demokratîk li çar perçeyên Kurdistanê dê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê bixebite. Rojava pêşengiya vê yekîtiyê kir û hemû gelê Kurd li pişt Rojava bû yek. Ji bo parastina Rojava gelê Kurd daket qadan. Yekîtiya demokratîk ev e. Paradîgmaya Birêz Ocalan li çar perçeyên Kurdistanê deriyên azadiyê vekir. Gelê Kurd jî dê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bîne.” Çîgdem Kiliçgun Uçar xwest ku di serî de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan.

Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya DBPê pîrozbahiyê bi govenda li ber stran û sirûdên şorşergerî demek din berdewam kir.