Li Stenbol û Mêrsînê 2 jin hatin kuştin
Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê jina bi navê Shaımas Abdî ji aliyê zilamê bi navê Abdulmuti Abdî ve hat kuştin. Li Stenbolê jî xwendekara zanîngehê Cemre Nehîr Karaîn kuştî hat dîtin.

Li Mêrsînê zilamê bi navê Abdulmûtî Abdî jina ku pêre zewicî bû kuşt. Li Stenbolê jî xwendekara zanîngehê Cemre Nehîr Karaîn kuştî hat dîtin.
Stenbol
Li Stenbolê xwendekara zanîngehê Cemre Nehîr Karaîn ku demek dirêj bû agahî jê nedihat girtin, bi gûman kuştî hat dîtin. Cemre Nehîr Karaîn ku li dora Halîçê hatibû dîtin û agahî jê nedihat girtin cenazeya wê hat dîtin. Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Mêrsîn
Li taxa Nusratiye ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê jî dayika 2 zarokan Shaimas Abdî (27), xwest zilamê pêre zewicî ye Abdulmuti Abdi (34) berde. Lê zilamê ji Sûriyeyê Abdulmutî Abdî, Shaimas Abdî kuşt. Piştî bûyerê Abdulmuti Abdi hat binçavkirin û girtin.


