Li Stenbolê tevî êrişê jî berxwedana gel didome
Li Stenbolê polîsan êrişî çalakiya ji bo Rojava kir û Sebahat Tuncer û hevserokê DEM Partiya Stenbolê Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê bi boneya astengkirina meşa piştgiriya Rojavayê Kurdistanê di navbera girseyê û polîsan de gengaşî berdewam dike. Di encama mûdahaleyê de aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel û hevserokê Rêxistina Bajar a DEM Partiyê Çinar Altan û kesek navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.
Li ser astengkirina polîsan sekna bi hezaran kesî ya li Qada Aksarayê berdewam dike. Herwiha komên ji sedan kesan pêk tên jî li kolanên Aksarayê bi sloganan dimeşin û hewl didin xwe bigihînin qadê. Rageşiya di navbera gel û polisan de berdewam dike. Li aliyekî polis êrişê gel dikin li aliyekî jî gel dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê kurd” û “Bijî Rojava” berz dike.


