Li Swêdê resepsiyona Newrozê hate li darxistin
Li avaniya Muzeya Dîroka Neteweyî ya Swêdê ku di asta cîhanê de navdar e, bi beşdariya zêdeyî 150 siyasetmedar, nivîskar, lîstikvanên sînemayê, hunermend û kesayetên naskirî resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Resepsiyona Newrozê bi malovaniya Nûnertiya Swêdê ya Başûrê Kurdistanê (Kurdistan Regional Government representation i Sverige) hate lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Nûnertiya Swêdê ya PYDê û rêveberên Enstîtuya Kurd a Stockholmê jî beşdarî resepsiyonê bûn.
Ji partiyên siyasî yên Sosyal Demokrat, Vänsterpartiet, Liberalerna, Miljöparti, Centerpartiet herî kêm 15 parlamenter, nûnerên saziyên Swêdê yên Enstîtuya Perwerdeyê ya Swêdê, Olof Palme Center, SIDA, gelek burokrat, sefîrên bilind, aktîvîstên mafên mirovan û lîstikvanên sînemayê beşdarî resepsiyona Newrozê bûn.
Resepsiyona Newrozê ku rojnamevanên weke Yûsûf Onal û Kurdo Baksî jî beşdar bûn, bi sirûda ‘Ey Reqîp’ destpê kir.
Di destpêka resepsiyonê de bi navê protokolê Shoresh Kadir Rahem axivî û anî ziman ku Newroz ji bo wan berxwedan û serhildan e.
Ji NCDKê Ayşe Dîdar jî ji ANFê re axivî û got, "Yekemcar di rêya yekîtiya neteweyî ya kurd de weke kurdên dîasporayê em nêzî hev bûne. Di demekê de ku li Kurdistanê komkujiyên ewqasî giran dibe û li tevahiya Rojhilata Navîn şer diqewime, me Newroz pêşwazî kir. Bêguman ji bo kurdan her Newoz girîng e. Lê belê aliyê herî girîng ê Newroza îsal ew bû ku bi hilweşandina sînorên ku dewletên dagirker li Kurdistanê danîne, me yekîtiya xwe ya neteweyî xurt kir."
Piştî danasîna çanda kurd, li ber dahol û zirneyê û stranên kurdî beşdaran govend gerandin û Newroz pîroz kirin.


