Li Tirkiyeyê paradoksa demokratîkbûnê
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ku piştî vê raporê ji aliyê heyeta Îmraliyê ve hatin parvekirin, bîr û baweriya wî ya li ser aqilê siyasî nîşan didin. Rêber Ocalan diyar dike ku demokratîkbûn ne bi destê dewletê lê bi hêza civakê pêkan e.

Banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ku di 27ê sibata 2025an de ji bo Aştî û Civaka Demokratîk kiribû, di raya giştî de hêviyeke mezin a çareseriyê afirand. Lê, rapora ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve piştî vê bangê hat aşkerekirin, nîşan dide ku hişmendiya dewletê hîna jî di têgih û hişmendiya paradîgmaya sedsalî de asê maye.
Rêber Ocalan di banga xwe de projeya Neteweya Demokratîk pêşkêş dike ku tê de hemû nasname û çand bi awayekî wekhev cih digirin, lê rapora meclisê li şûna ku bibe bersiveke felsefî û siyasî ji vê projeyê re, wekî belgeyeke "tasfiyekirinê" ya bi maskeya demokratîk derdikeve pêşberî me.
Rexneya herî tund a ku mirov dikare li vê raporê bike, zimanê wê yê "ewlehîparêz" e ku Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd hîna jî di çarçoveya "terorê" de pênase dike. Ev pênase, bi serê xwe înkarkirina sedemên dîrokî û civakî yên pirsgirêka kurdî ye. Heta ku dewlet meseleyê ne wekî pirsgirêkeke "statu û demokrasiyê", ne weke meseleyeke "demokrasiyê" lê wekî pirsgirêkeke "teknîkî û leşkerî" bibîne, ti rapor nikare bibe nexşerêya demokratîkbûna Tirkiyeyê.
Rapor, bi vî rengî "mafê hêviyê" û guhertina qanûna înfazê ku ji bo çareseriyê kilît in, paşguh dike an jî bi awayekî "etlektîk" û pînekirî tîne ser zimên. Ev nêzîkatiya ku dixwaze bi hinek reformên biçûk û kozmetîk sîstema heyî biparêze, li dijî ruhê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e ku Rêber Ocalan bi salan e li ser kar dike û dixwaze pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de, şerhên ku endamên komîsyonê yên DEM Partiyê danîne ser raporê, rastiya polîtîk a vê pêvajoyê radixe ber çavan. Endamên DEM Partiyê bi awayekî aşkere destnîşan dikin ku heta tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin û şertên wî yên xebatê yên azad neyên misogerkirin, nîqaşên li ser çareseriyê wê her tim kêm û bêbawer bimînin.
Şerhên li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê û xwerêveberiya herêmî nîşan didin ku rapor hîna jî naxwaze têgih û hîmên demokrasiya rasteqîn bikevin nav saziyên dewletê. Ev şerh ne tenê nerazîbûnên teknîkî ne; ew parastina rûmeta milyonan mirovî ne ku daxwaza nasname û azadiyê dikin. Lewma divê helwesta endamên DEM Partî û TÎPê di vê mijarê de rast were nirxandin. Ev helwest li dijî tarîtiya ku li ser hişmendiya civakê tê ferzkirin ronahiyê nîşan dide.
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ku piştî vê raporê ji aliyê heyeta Îmraliyê ve hatin parvekirin, bîr û baweriya wî ya li ser aqilê siyasî nîşan didin. Rêber Ocalan diyar dike ku demokratîkbûn ne bi destê dewletê lê bi hêza civakê pêkan e. Ew raporê wekî hewildaneke bêruh dibîne ku dixwaze vîna gelan di nav lepên burokrasiya dewletê de bifetisîne.
Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, heke rapor nebe bingehek ji bo naskirina muxatabên rastîn û misogerkirina azadiyê, wê Tirkiye ji krîzên xwe yên kûr rizgar nebe. Lewma, rola vê raporê di demokratîkbûnê de tenê wê demê dikare bibe xwedî wate ku dewlet ji mantiqa teslîmgirtinê vegere ser mantiqa muzakereya wekhev.
Ji aliyê din, em dikarin bêjin ku hevdîtinên ku komîsyonê bi saziyên sivîl, baro û akademîsyenên cuda re pêk anîne, di warê naveroka polîtîk û çareseriya bingehîn de bandoreke berbiçav li raporê nekiriye. Ev pêvajo bêhtir wekî formalîteyekê hatiye birêvebirin û di encamê de daxwazên civakî di nav siyaseta statukoyê de hatine hiştin.
Yanî ev pêvajo nîşan dide ku rapora komîsyonê ne berhema hevdîtinên demokratîk e, berhema biryara burokratîk e. Hevdîtin tenê ji bo nerînên derdorên cuda li ser raporê kêm bikin hatine kirin. Lê em dikarin bêjin ku ev helwest, ne tenê banga Rêber Abdullah Ocalan a 27ê sibatê bêbersiv dihêle, di heman demê de hîmên Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî lawaz dike. Rapora ku daxwazên saziyên sivîl û mixatabên siyasî paşguh dike, nikare bibe rênîşana demokratîkbûna Tirkiyeyê; ew tenê dibe belgeyek ku nakokiyên navbera civak û dewletê hîn kûrtir dike.
Di encamê de, di navbera banga 27ê sibatê û rapora meclisê de ferqeke mezin a samîmiyetê heye. Aliyek bang dike ku em bi hev re jiyaneke nû ava bikin, yê din dixwaze statukoya kevin bi kincên nû biparêze. Ji bo ku Tirkiye bi rastî demokratîk bibe, divê xalên kêm ên raporê ji nû ve werin nirxandin; lê vê carê ne bi aqilê burokratan, bi ruhê aştiya civakî ya ku Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de nîşan daye. Divê were zanîn ku aştî ne tenê rawestandina çekan e, ew guhertina wê zihniyetê ye ku kurdan wekî "yê din" û "xeter" dibîne. Ger ev zihniyet were guhertin, li Tirkiyeyê aştî û wekheviya civakî wê pêkan be.


