Li Tuzluçayirê bîranîna Kaytan û Altûn didome

Di danezana 12emîn Kongreya PKKê de hate ragihandin ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3yê Tîrmeha 2018an de û Riza Altûn jî di 25ê Îlona 2019an de şehîd bûne.

1 deqe xwendin
Li Tuzluçayirê bîranîna Kaytan û Altûn didome

Di danezana 12emîn Kongreya PKKê de hate ragihandin ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3yê Tîrmeha 2018an de û Riza Altûn jî di 25ê Îlona 2019an de şehîd bûne. Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn, li mala Altûn lê mezin bûyî ya li Taxa Tuzluçayir a Enqereyê merasîma bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn, di roja duyemîn de didome. Xwişkên Riza Altûn, Nûrhayat Altûn û Bezar Altûn û xwişka Alî Haydar Kaytan, Gulluşan Kandemîr kesên tên serdanê pêşwazî dikin.