Li Wanê KODER hate damezrandin

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, bi navê Komeleya Xwendekarên Komun a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (KODER) bi merasîmekê vekir û dest bi xebatên xwe kir.

1 deqe xwendin
Li Wanê KODER hate damezrandin

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê li navendeke karsaziyê ya li Wanê, Komeleya Xwendekarên Komun a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (KODER) bi merasîmekê vekir. Hevşeredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mezin Abdullah Zeydan, nûnerên saziyan gelek kes tev li merasîmê bûn. Bername, bi axaftina destpêkê, sînevîzyon û xwendina helbestan pêk hat.

KODER bi çi armancê hat vekirin?

KODER, beriya her tiştî armanc dike ku ciwanên ji civakê hatine qutkirin û pasîfîzekirin, cardin ruh bistînin û çalak bibin. Di vê çarçoveyê de; qadeke kolektîf de, dê bên cem hev û komînên xwe ava bikin, bi hişmendiya komînê ruhê ciwantiyê çalak bikin û bi pêş bixin. Komun, forma civakê ya xwe afirandin û domandina hebûna xwe ye. Ji kampusan heta kolanan.

Komûn bi şîara “Avakirina komunan em ê çanda têkoşînê mezin bikin!” xebatên xwe dê bi rê ve bibe.

Ev komun, dê perwerdeya çand û hunerê, ekolojî, çapemenî, spor û ziman bide.

Bername bi xwandina helbestan bi dawî bû.