Li Wanê Newroza azadiyê dest pê dike

Li bajarê Wanê, pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tên lidarxistin, dest pê kirin. Gelê Wanê yê ku bi rojan e amadekariyan dike, ji saetên zû yên sibê ve berê xwe da qada dîrokî ya li binê Keleha Wanê.

1 deqe xwendin
Li Wanê Newroza azadiyê dest pê dike

Tevî ku hîn destpêka bernameyê ye jî, bi hezaran welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî kiras û fîstan, şal û şapik xemilîne, herikîn Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê. Tê dîtin ku îsal bi taybetî beşdariya ciwanan di asteke herî jor de ye.

Li gorî çavdêriyên destpêkê, qerebalixa ku niha li qadê kom bûye nîşana wê yekê ye ku dê bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bibin.

Li her aliyê qadê xelekên govendê hatine gerandin û dengê dehl û zurnayê bi dirûşmên aştiyê re dibe yek. Beşdarên Newrozê bi kelecaneke mezin li benda destpêkirina bernameyê ne.