Li xerîbîyê: Îmamê Mala Kerîm
Diviya bû ku êdî herkes vegere ser karê xwe. Biraziyên wî nexwestibûn ku wî li pey xwe bi tenê bihêlin. Axir zor be jî wan Apê Îmam îkna kiribû û bi xwe re anîbû Stenbolê.

Îmamê Mala Kerîm an jî Îmam Karûl ji Depê ji gundê Arpesiyê (bi tirkî kirine Kavalcik) ye. Çinarek e. Li gorî qeydên fermî di sala 1939an de hatiye dinê. Ew bi xwe dibêje ku ‘ez 5-6 salan qicik (biçûk) hatime qeydkirin’. Wisa xuya ye ku niha di ser 90 salî re ye.
Du sal berê min ew û Amojna Fatme (heval û hevjîna Apê Îmam e) li gundê wan ziyaret kirî. Ew her du kal û pîr tenê bûn. Qet zarokên wan çênebûbûn. Di gel dijwariyên kalûpîrtiyê û hin nexweşiyan jî ew li ser piyan û xweşhal bûn.
Biraziyên wî heval û hogirên min bûn. Di wê hevdîtinê de me bi hev re çend wêne kişandibûn. Paşê min ew tevî çend fotografên gund ji biraziyên wî re şandibûn.
Çend meh berê hîn bûm ku Amojna Fatme rakirine nexweşxanê. Wek nexweşeke giran ew demek dirêj li Xarpetê di beşa venêrîna lezgîn a nexweşxaneya Firatê ya Fakulteya Tibê de ma. Qasek berê hîn bûm ku çûye ser heqiya xwe û termê wê li gund hilanîne. Hê çilê wê jî tije nebûye.
Apê Îmam û Amojna Fatme bi tenê bûn, lê mirovên bişans bûn. Biraziyên wî pir hez jê dikirin û di wan rojên dijwar de tim li cem wî bûn.
Apê Îmam û Amojna Fatme di sala 1962yan de zewicîbûn. Bi hev re emrek borandibûn. Piştî şêşt û çar salan mirinê ew ji hev qetandibû û Apê Îmam tik û tenê mabû. Êdî ne pêkan bû ku li gund bi tena serê xwe bijî. Çend cîran û nas hebûna jî dê wî çi bikira, dê çawa bijiya bi tena serê xwe? Him kokim û him jî nexweş bû. Digel vê jî wî nedixwest ku ji heval û hevjîna xwe bi dûr bikeve. Nedixwest ku ji gundê xwe, ji cîh û warê dayik û bavê xwe biqete. Lê bê çare bû…
Jiyan didomiya…
Diviya bû ku êdî herkes vegere ser karê xwe. Biraziyên wî nexwestibûn ku wî li pey xwe bi tenê bihêlin. Axir zor be jî wan Apê Îmam îkna kiribû û bi xwe re anîbû Stenbolê.
Dema min bihîst ku Apê Îmam hatiye Stenbolê, ji bo serxweşîdayinê ez çûm serdana wî. Li Sarigaziyê rûdiniştin. Ji wir hîn bûm ku her roj bêhn lê diçike û wî zû zû radikin nexweşxanê, li wir hewayê didinê û bi şûn de rê dikin malê. Hin rojan carê, hin rojan jî du- sê caran ev yek dihatiye dubarekirin.
Apê Îmam bi dîtina kesên nas pir kêfxweş dibû. Ji wan re qala gund û bîranînên xwe dikir. Her ku diaxivî bêhna wî vedibû û candar dibû. Di heman avahiyê de heval û gundiyekî wî jî hebû. Navê wî Elî bû. Gotin ku dem dem Xalê Elî tê cem wî, bi hev re derdikevin der, hinekê digerin û bi şûn de tên; dem dem jî bi hev re diçin qehwexaneya Karsiniyan a li nêzî malê. Li wir jî rastî kesên nas tên û piçekî bêhna wî vedibe…
Pirtûkxaneyek zindî…
Apê Îmam pirtûkxaneyek zindî ye. Li benda guhdêran e. Kî silavek jidil bide wî, ew ê deriyê bîranînistana xwe jê re veke. Kalekî xwînşîrîn û xweşsohbet e. Bi wê dilnizmî û zarxweşiya xwe germahiyekê ava dike di dilê mirovan de.
Li xerîbiyê ji ber tenêtiyê bêhna wî diçikê. Berê mirinê ew ji heval û hevjîna wî qetandiye, hema di pey re jî neçar maye ku ji welatê ruhê xwe biqete. Li ser hev du derbên giran xwarine û yek ji ya din girantir e. Hîn nediyar e ku dê bikare bi vê rewşê re serîderiyê bike; yan na?
Dema çûm serxweşiyê û min ew halê wî dît, min biryar da ku di rojên pêş de jî dem dem biçim serdana wî û pê re dirêj dirêj sohbet bikim. Heta li ser jiyana vî welatparêzê umirdîde nivîsarekê binivisînim. Qene bi qasî ji destê min tê sûd wergirim ji vê pirtûkxaneya zindî…
Bi vê mebestê du roj berê dîsa çûm serdana wî. Berê êvarê zû çûm ku berî razê bi wî re têra xwe biaxivim. Şansê min hebû. Min ew û Xalê Elî bi hev re dîtin. Bi gotina Hevala Sebat, “Xalê Elî jî li malê bû”. Min navê wî bihîstibû, lê qet nedîbû. Min hema fotografekî wan her duyan kişand û dest bi pirsan kir.
Apê Îmam û Xalê Elî cara pêşîn di sala 1958an de hatine Stenbolê. Li Sariyerê li cem Fewzî Asilturk di înşaatê de xebitîne. Xalê Elî dibêje;
-Wê çaxê yewmiyeya me heft kaxet û nîv bû û rojê me kaxetek xerc dikir.
Apê Îmam jî didomîne û dibêje;
-Herê wele. Em 20-25 ciwan bi hev re di heman malê de diman. Em wek bira bûn. Ayrî gayriya me tûne bû. Xwarin û vexwarina me yek bû.
Gorî ku dibêje, Apê Îmam tam sîh û pênc salan li Stenbolê di înşaatan de şixuliye. Her carê hatiye deh mehan an jî salekê-du salan dişixuliye û dîsa vedigeriye gundê xwe. Dipirsim û dibêjim;
-Tu malnişîn/teqawût bûyî? Dibêje;
-Na. Ewqas sal bê sîgorta û bê ewlehî hatiye xebitandin.
Xalê Elî behsa Fewzî Asilturk dike û dibêjê;
-Eslê wî rûm an jî yahûdî bû. Lê wî bi zanebûn başnavê xwe kiribû ASILTURK. Lawekî wî jî demekê serokatiya Şaredarîya Sariyerê dikir.
Hecî Îmam…
Apê Îmam salekê jî çûye Erebistana Siûdî û li wir jî di înşaatê de xebitiye. Mitahîdê ku li cemê dixebitiye jî ji Depê ji Qulinderê bûye. Ew bi xwe elewî ye, lê bi henekî jê re dibêjin, Hecî Îmam! Min jî mereq kir, bê ka çima jê re dibêjin Hecî!
Dema li Erebistanê dişixule,di dema hecê de hevalên wî dibêjin;
-Were em jî biçin hecê.
Ew jî tevli wan bûye û çûye hecê. Ji Mekê çûne Medînê, ji wir jî dîsa hatine Mekê û bi awayekî qaçax heca xwe temam kirine. Di vegera cîhê karê xwe de di rê de hatine girtin û hatine dersînorkirin. Mitehîd jî heqê wan li dû wan şandiye gundê wan.
Salekê jî ji bo kar çûye Sûriyeyê. Di navbera Şam, Heleb, Beyrûd û Urdunê de çûye û hatiye. Ji ber ku bi awayekî qaçax di sînor re derbas bûne, dema ji Urdunê vegerîne li Şamê hatine girtin. Nêzî du mehan di zindanê de mane. Îşkencê lê kirine, her tiştê wî desteser kirine, di hicreyê de gelek zehmetî pê dane jiyîn. Rojekê yekî amedî bi îdîaya ku qaçaxcîtî kiriye anîne avitine cem wî. Wî Apê Îmam ji wê rewşê xilas kiriye.
Sûriyeyê der barê wan de biryara dersînorkirinê daye. Dema hêzên Sûriyeyê ew radestî Tirkiyeyê kirine, serbest hatine berdan. Yê amedî ew biriye hemamê, cil û bergên nû jê re kirîne, ji bo çûyîna Stenbolê bilêt jê re standiye û pê re heta Enqerê çûye. Wî li wir 3 hezar jî dayê û jê veqetiye, çûye Îzmîrê. Apê Îmam dibêje:
-Min adrêsa wî girtibû. Çûm Îzmîrê lê geriyam, lê min ew nedît. Ez wê rindiya wî tu carî bîr nakim…
Wekî din salekê li Edenê û salekê jî li Amedê xebitiye. Ji min re behsa “Çîftqapî” û Enzelê dike…
Qet nabêje “min çi dî û çi nedî”, lê di her gotineke wî de giraniyek wisa heye. Bi piranî li Stenbolê 35 salan di înşatan de şixuliye; li Sûriyeye, Lubnan, Urdun û Erebistana Siûdî geriyaye; rastî zilma dewletên mêtînger hatiye; jiyaneke bi zor û zehmet borandiye. Hema hema sedsalek li pey xwe hiştiye. Dema behsa pêvajoya 12ê Îlonê û zilma hatî kirin dike, mirov pê dihese ku çiqas êş kişandiye… Geh bûye Heciyê heval û hogirên xwe, geh jî bûye pîrê wan. Bi ya min di vê rewşê de herî zêde pîrîtî lê tê…
Di navbera sohbetê de henekan dike, bi qerf û metelokan hewl dide ku êş û xemgîniya ji çemê jiyanê yê sedsalî derdibe siviktir bike.
Amojna Fatme…
Amoja Fatme hîmê jiyana wî ya şêşt û çar salan e. Stûna mala wî ye. Heçko bê hîm, bê stûn maye. Bi bihîstina navê wê re kelogirî dibe. Dilê wî dixwaze bi de pey giyanê wê. Li gor baweriya xwe dixwaze, di demek nêz de bigîhêje wê…
Ji Apê Îmam dixwazim ku hinekî qala Amojna Fatme bike. Dibêjim; Apo we çawa hev nas kir, hûn çi wextê û çawa zewicîn? Û pirsên xwe li pey hev rêz dikim…
Amojna Fatme gundî û cîrana wan bûye. Wî dê û bavê xwe zû wenda kirine. Dapîra Zeytûn (dayika bavê wî) lê xwedî derketiye. Zeytûnê ew şandiye leşkeriyê û maye li benda vegera wî. Sê roj piştî vegera wî jî dapîr çûye ser heqiya xwe û ew bi tenê maye. Dibêje;
-Ji ber ku mal bêxwedî mabû, mixtêr çû ji min re xwest û em zewicandin.
Dibêjim qelindê wê çi bû? Apê Îmam ji bîr kiriye. Dike nake tiştek nayê bîra wî. Axînek derdibe ji kûrahiya dilê wî. Di sala 1962yan de zewicîne. Şêşt û çar salan hevaltî û hevjîniya hev kirine. Di domahiya van salana de ked dane hev. Dibêjim;
-Apo te qet Amojn êşand? Amojna Beyaz a ku me guhdar dike, dikeve navberê û dibêje;
-Wele wextekê tadayî lê dikir û lê dida.
Li ser vê min got ku divê em cemekê li dar xin û te bikişînin darê. Berken dibe. Xemgîniyek difure ji vê kena wî. Dibêje;
-Wele ev mehkemeya te ji ya axiretê zortir e. Eger ez bimirim, ez ê ji minkir û nekir re bibêjim, min hesabê xwe daye û wer hatime. Xwedê ji te razî be, te ez ji wî eziyetî xilas kirim.
Dapîra Zeytûn…
Qala dapîra xwe ya Zeytûn dike. Xuya ye ku pir bêriya wê dike. Dema dayîka wî çûye ser heqiya xwe ew qicik bûye. Dibêje ku rûyê wê qet nayê bîra wî. Dapîra Zeytûn ew mezin kiriye. Dema çûye leşkeriyê, dapîra wî jê re gotiye;
-Xwezî ez vegera te bibînim û bimirim. Bi rastî jî ev xweziya wê pêk hatiye. Apê Îmam ji leşkeriyê vegeriyaye, sê roj bi şûn de jî dapîra wî çûye ser heqiya xwe.
Dixwaze hinekî din qala Dapîra Zeytûn bike.Dibêje;
-Navê bavê min Ûsiv e. Ew jî wekî min sêwî bûye. Dema hatine bavê min hildin bibin leşkeriyê, Dapîra min jê re gotiye, ‘tu mereq meke, ez ê bêm te bînim malê’. Leşkeran ji bo sewqiyatê bavê min hildane birine Gêxiyê. Roja din dapîra min di rêya çiyê re çûye Depê. Şev bûye, di ber mezelan ra derbas bûye. Êdî çi bûye, ew di rê de ketiye erdê û pîlê xwe şikandiye. Bi pîlê xwe yê şikî çûye mala xwenga xwe ya Qelecûxê. Wê li wir pîlê xwe daye girêdan û bi wî halê xwe derketiyê ser rêya sewqiyata leşkerî. Sewqiyat ji hêla Gêxiyê va hatiye. Ji yuzbaşî ra gotiye;
-Ji xêncî vî lawê min kesê min tune, tu wî bide min ez bibim malê”. Yuzbaşî jî gotiye;
-Heke wî bidim te, van rutbeyên min jê diki. Wê jî gotiye bila jê bikin û lê xistiye hatiye gund. Dortira rojê lawê wê jî hatiye malê.
Lê serma ye…
Stûna malê ya pêşîn Dapîra Zeytûn bûye. Pîştî mirina wê Amojna Fatme ketiye şûna wê. Piştî mirina wê jî Amojna Beyaz (cawîya Amojna Fatme) û zarokên wê dixwazin jê re bibin stûn û wî li jiyanê bigirin. Wekî ku mirî be… Niha ew xwe wisa hîs dike. Bi gotineke din, dixwaze bimire. Ditirse ku bikeve ber lep û destan…
Gelo ev germahiya wan dilên ku îro wî hembêz dikin, dê têrê bike ku wî li jiyanê vegerînin? Piştî mirina Amojnê sermayek daketiye nava wî. Gelo germahiya wan destên ku wî bi hezar dilî radipêçin, dê têrî helandina wê cemeda li nava wî bikin û çemên nû yên jiyanê jê der bikin? Hêvî dikim ku ew dil û ew dest bi ser bikevin…


