Lindsey Graham: Îran keştiya terorîzmê ye
Senatorê Komarparêz yê Amerîkayê Lindsey Graham di Konferanasa Ewlehiya Munihê de ji rojnameger Christiane Amanpour re axivî. Graham diyar kir ku divê lîderên Kendavê dev ji sergêjiyê berdin û rejîma Îranê di rêya Hîtler de dimeşe.

Senatorê Komarparêz yê Amerîkayê Lindsey Graham di Konferanasa Ewlehiya Munihê de ji rojnameger Christiane Amanpour re axivî. Graham diyar kir ku divê lîderên Kendavê dev ji sergêjiyê berdin û rejîma Îranê di rêya Hîtler de dimeşe.
Senatorê Amerîkî yê Komarparêz Lindsey Graham li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ji rojnameger Christiane Amanpour re axivî. Graham di hevpeyvînê de li ser du beşan disekine. Yek jê beşa Îranê ye û beşa dinê li ser polîtîkayên welatên kendavê ye. Graham diyar kir ku rejîma Îranê di demeke herî lewaz de ye û got ku dema piştgiriya leşkerî ya ji bo xwepêşanderên Îranê hatiye. Graham anî ziman ku serokê Amerîkayê di meha Çile ya 2026an de diyar kiribû ku dê alîkarî bide gelên Îranê û got: “Ev soz hatiye dayîn û dema alîkariya leşkerî hatiye.”
Graham di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney jî lîdereke wek Hîtlerê ye. Hîtler pirtûka nîvîsand. Di pirtûkê de diya kir ku ew dê hemû cihuyan bikuje, lê kesî jê bawer nekir. Ez pê bawerim ku olperestiya lîderên Îranê jî heman tişt e. Ew jî dibêje ola min û ji bo ola xwe her kesî dikuje. Hîtler nijadeke serdest a pîroz dixwest. Îran jî heman tiştê di ser pîroziyên olê de dike.”
‘Îran keştiya terorîzmê ye’
Lindsey Graham diyar kir ku Îran wek keştiya terorîzmê ye û divê bi awayekê hilweşe û got: “Her wiha piştî hilweşîna Îranê xetereya valahiya siyasetê dertê holê lê li heremê leşkerên me hene.” Graham bi awayek ji xwe bawer dibêje ku zerengiya mezin a Amerîkayê dê li herêmê bi serkeve.
‘Divê Îranê têk biçe, têk neçe dê hemû muxalîfan bikuje’
Lindsey Graham destnîşan kir ku rejîma Îranê têk neçe û bimîne, ev dê ji bo herêmê bibe felaketek û got: “Heke têk neçe, dê hemû muxalîfên Îranê bikuje. Wê Hizbullah, Hamas û Husî di nav demê de bi hêztir bibin.”
Graham bi bîr xist ku hefteya pêş dê biçe serdana Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Îmarata Hevgirtî ya Ereb û wiha got: “Heke em bi dîplomasiyê rejîma Îranê hilweşînin wê pirr baş bibe. Lê ez ji ber vê rejîmê bêzar im… Divê ev derfet ji dest neyê berdan.”
‘Pêwîst e li gorî wêneyê mezin em bifikirin’
Graham bal kişand ser nakokiyên di navbera Qralê Erebistana Siûdî Muhammed bin Salman û Serokomarê Îmarata Hevgirtî ya Ereb Muhamed bin Zeyd el-Nahyan û got: “Êdî bes e. Divê Erebistana Siûdî dev ji vê rikberiyê berde, ez ji vê rikberiyê pirr aciz bûm. Muhamed bin Zey el-Nahyan ne Siyonîstek e û ev nakokî xizmeta rejîma Îranê dike û Îranê wêrek dike. Ez zanim navbera Yeman û Siûdiyê de nelihevî heye lê divê em li gorî wêneyê mezin bifikirin. “


