Lîsteya nûneran ku tevli wezaretên hikûmeta bibin tê amadekirin

Rêveberiya Xweser lîsteyên nûnerên ku beşdarî wezaretên hikûmeta demkî bibin, amade dike, lîste li gorî pîvanên jêhatîbûn û pisporbûnê, bi armanca yekkirina saziyan de tên amade kirin.

1 deqe xwendin
Lîsteya nûneran ku tevli wezaretên hikûmeta bibin tê amadekirin

Li gor nûçeya ANHAyê ku dispêre çavkaniyên taybet ên di nav Rêveberiya Xweser û komîteya dan û standinê de ne; amadekariyên îdarî yên berfireh dest pê kirine da ku lîsteyên nûnerên ku beşdarî wezaretên hikûmeta demkî bibin were amadekirin.

Li gorî agahiyan, Rêveberiya Xweser dê hilbijartina navan li gorî du pîvanên sereke; pisporbûn, jêhatîbûn û ezmûn pêk bîne da ku rola wezaretan xurt bike.

Armanca van xebatan ew e ku xebatên saziyan li ser bingeha beşdarbûnê di rêvebirina welêt de yek bikin da ku bikaribin çareserkirina pirsgirêkan bi bandortir bi rê ve bibin.