Ma siyaset bêyî rastiyê dibe?
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê dibêje ku ew li ser soza xwe ya feshkirin û aştiyê ne, lê êdî dor a dewletê ye ku gavên hiqûqî biavêje. Aştiya ku gelên Tirkiyeyê li benda wê ne, ne di bin siya operasyonên rûmetşikên de, divê di nava vîzyona Tirkiyeya Demokratîk de veşartî ye.

Dîroka Tirkiyeyê di navbera du rûbaran de asê maye, rûbarek bi hêviya aştiyê geş dibe, jiyanê diafirîne û rûbarek jî bi kevneşopiya înkarê cemidî ye, hişk bûye. Rapora "Komisyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî" ku di 19ê sibata 2026an de ji aliyê Meclîsê ve hat aşkerekirin, hewl dide di nav van her du rûbaran de rêyekê bibîne. Lê belê, daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê nîşan dide ku ev rapor, tevî hemû hewldanan jî, hîn nikare nav li pirsgirêka heyî bike û ji bo çareseriya wê jî formûlekê rasteqîn deyne holê.
Rexneya herî li pêş a Tevgera Azadiyê li ser nasnameya vê raporê ye. Komîsyon di rûpelên xwe de bi sedan caran behsa demokrasiyê dike, lê gava dor tê ser kurdan û pirsgirêka kurd, zimanê raporê lal dibe. Ev ne tenê kêmasiyeke teknîkî ye, ev nexweşiyeke sedsalî ya dewleta tirk e. Heke komîsyonek li ser pirsgirêkan disekine, lê naxwaze bibîne ku di bingeha hemû qeyranan înkar heye. Lewama em dikarin ew çareserî nîn e, tenê derengxistin e. Daxuyanî bi zimanekî çêker dibêje: "Hûn nikarin nexweşiyekê bêyî navlêkirinê derman bikin." Siyaseta ku kurdan di bin paranteza terorê de asê dike, di rastiyê de deriyê demokrasiyê li hemû Tirkiyeyê digire. Ev jî pirsgirêka heyî girantir dike û deriyê çareseriyê digre.
Xala herî balkêş a daxuyaniyê, bîrxistina feshkirina PKKê ya di gulana 2025an de ye. Ev gav, di dîroka Rojhilata Navîn de şoreşeke bêdeng bû; çek hatin danîn û îradeya siyasî derket pêş. Lê rapor komîsyona meclîsê vê îradeyê wekî "teslîmiyetekê" an jî tenê "vegera malê" ya takekesî dibîne. Di vir de ne tenê şaşiyeke mezin heye, berojavîkirina rastiyê bi xwe ye. Gerîlayên ku bi dehsalan ji bo nasnameya xwe têkoşîne, ne ew kesên ku poşman bibin, ew aktorên siyasî ku divê di vê pêvsajoyê de rola xwe bilîzin. KCK balê dikşîne ser vê: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, aştî ew e ku paradigma entegrasyona demokratîk û xwerêveberiya herêmî bibe bingeha makezagonê. Heke mirov nikaribe bi ramanên xwe, bi rêxistina xwe û bi nasnameya xwe di nava siyasetê de cih bigire, danîna çekan wê bibe destpêka krîzeke nû ya siyasî. Di halê heyî ne siyaseta Tirkiyeyê û ne jî ya herêmê dikare krîzeke bi vî rengî rake.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, balê dikşîne ser aktorê herî sereke yê vê pêvajoyê. Pir aşkere yeku rola Rêber Abdullah Ocalan. Dewlet her çend bi şandina heyetan û guhdarkirina wî li Îmraliyê muxatabiya wî bi awayekî fiîlî qebûl kiribe jî, rapor hîn jî di vî warî de dudil e. Rêber Ocalan di hevdîtina bi komîsyonê re, sînorên tifaqa dîrokî ya kurd û tirkan bi berfirehê anî ziman û tifaqa hezar salî weke rastiya vê tifaqê nîşan da. Lê rapor vê mîsyona mezin di nava rûpelên burokratîk de winda dike. Ji bo ku bangawaziya "Civaka Demokratîk" ya 27ê Sibatê bigihîje armanca xwe, divê Ocalan bibe xwedî şertên "xebata azad". Aştî bi girtîgehan nayê avakirin; aştî bi rûbirûbûn, guftûgo û azadiyê tê tacîdarkirin.
Di dawiyê de em dikarin bêjin ku ev rapor dikare bibe nexşerêyek, lê bi şertê ku divê dewleta tirk li gorî girîngiya pirsgirêkê nêzî meseleyê bibe ev rapor dikare ji bo çareseriyê be xwedî rol. Naxwe ger rapor di çarçoveya ewlekarî û tororê were destgirtin û siyaseta dewletê li gorî wê şekil bigre wê ev ne tenê wendakirina vê pêvajoyê, di haman demê de wê bi xwe re rewşeke giran ya siyasî û civakî jî derxe holê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê dibêje ku ew li ser soza xwe ya feshkirin û aştiyê ne, lê êdî dor a dewletê ye ku gavên hiqûqî biavêje. Aştiya ku gelên Tirkiyeyê li benda wê ne, ne di bin siya operasyonên rûmetşikên de, divê di nava vîzyona Tirkiyeya Demokratîk de veşartî ye. Îro, barê giran li ser milê hêzên demokrasiyê ye ku xwedî li vê bangawaziyê derkevin û nehêlin ev fersenda dîrokî di nav korîdorên tarî yên Meclîsê de winda bibe.


