‘Mafê Hêviyê ji bo Tirkiye azmûneke girîng e’

Heveroka OHDê ya Stenbolê Ayşe Ozdemîr bal kişand ser gîrîngiya Mafê Hêviyê û got: “Ezmûn û pêvajoyeke giring li ber Tirkiyeyê heye. Ev azmûn îro hatiye bi Mafê Hêviyê, zagonên aştiyê, çareseriya mijara Kurd û têkildarî wê re asê bûye.”

1 deqe xwendin
‘Mafê Hêviyê ji bo Tirkiye azmûneke girîng e’

DMMEyê 12 sal berê der barê Tirkiyeyê de biryar da ku Tirkiye Mafê Hêviyê Têxe meriyetê. Konseya Ewropa 2 caran dem da Tirkiye ku biryarê pêk bîne. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê name ji Konseya Ewropa re şand ku Tirkiye hişyar bike. OHDê û gelek baroyan çend caran serî li Wezareta Dadê da. Lê heta niha di aliyê Mafê Hêviyê de gavên şênber nehatine avêtin. Hevseroka Şaxa OHDê ya Stenbolê Ayşe Ozdemîr bal kişand ser biryarên DMME û Mafê hêviyê. 

Hevseroka OHDê ya Stenbolê Ayşe Ozdemîr, der barê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û biryara Mafên Hêviyê de wiha got: Mafê Hêviyê an jî Rêgeza Hêviyê, mijara mafekî mirovî yê bingehîn û gerdûnî ye. Ev maf li ser bingeha rûmeta mirovî hatiye çarçovekirin û armanc dike ku rê li ber cezayê heta bi hetayê an jî muebedê bigire û pîvaneke gerdûnî li ser mekanîzmaya cezakirinê cîbicî bike. Ji ber proseya endamtiya Ewropayê û bilindkirina pîvanên hiqûq û dadmendiyê, Tirkiye jî xwe wek parçe û aliyekî cîbicîkirina vî mafî dibîne. Herçend Tirkiye aliyek be jî heta niha li gorî biryara vî mafî zagon û qanûna xwe ya bingehîn vesaz nekir û tu gav neavêtin. Di vir de em dibînin ku pîvan û standardên gerdûnî yên ji mafên mirovî û demokrasiyê tê, bi kêşeya kurd ve asê dibin û dixitimin.”

Ayşe Ozdemîr da zanîn ku beriya her tiştî ew dikarin bibêjin ku di esasê de tu astengiyeke rasyonel, hiqûqî û zagonî li pêş Mafê Hêviyê nîne û wiha axivî: “Sedemên van nîqaşan zêdetir xwe dispêrin faktor û geşedanên polîtîk. An jî ji ber rewşa polîtîk, berjewendî û hesabên siyasî ev maf nakeve meriyetê. Ger Tirkiye bixwaze vî mafî di nav pergala xwe ya dadmendiyê de cîbicî bike tu astengî nînin. Lê ji ber ku ji serê sedsalê heta îro mijara hiqûq û dadmendiyê li Tirkiyeyê her bûye mijareke polîtîk, lewma ev biryara DMMEyê jî ji ber vê yekê nakeve meriyetê.”  

Pirsgirêka dadmendiyê bi pîvanên demokrasiyê re ye 

Ayşe Ozdemîr li ser astengiyên li pêş Mafê Hêviyê jî rawestiya û got: “Ji bo ku Tirkiye Mafê Hêviyê têxe meriyetê, divê di pergala xwe ya dadmendî û hiqûqî de hin guhertinan bike. Ev guhertin ne tenê mijareke hiqûqî ye, lê xwe dispêre sedemên siyasî û civakî jî. Di esasê de têkiliya pergala dadmendiyê bi pîvanên demokrasiyê û standardên mafên mirovî re heye. Heta ku ev pîvan neyên cîbîcikirin, standard neyên bilindkirin, ev pergala dadmendî û hiqûqî jî rûnane. Anku hiqûq, demokrasî, mafên mirovan bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku li Tirkiyeyê di van mijaran de kêşeyên bingehîn hene lewma îro nîqaşên li ser vî mafî zêde bûne. Ev nîqaş bi mijarên dîrokî û siyasî ve girêdayî ne.”

Li cîhanê mafên mirovan hildiweşe 

Ayşe Ozdemîr li ser nêzîkatiya DMME û Konseya Ewropa ya li dijî Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “DMME û Konseya Ewropayê jî wek gelek mijaran û biryaran, ji ber vê helwesta Tirkiyeyê bêdeng e û nikare bandorê li ser Tirkiyeyê bike da ku ev maf têkeve meriyetê. Di vir de mijareke giring heye ku divê mirov behsê bibe ser: Gava em îro li rewşa seranserî cîhanê dinihêrin, em dibînin ku di warê maf, azadî, demokrasî û wekhevî de têkçûneke bingehîn heye. Ev têgehên bingehîn ên wek maf, azadî û wekhevî her ku diçe tên pûçkirin, bingeha wê tê valakirin. Li cîhanê mafên mirovî her diçe tê hilweşandin û qada normatîf tê rûxandin. Ev qada normatîf bi taybet dîrokeke wê ya dirêj heye û bi taybetî di sedsala dawî de hatibû avakirin û armanc dikir ku çarçoveyeke mayînde ji bo mafên mirovî yên bingehîn ava bike. Lê têkçûna vê fenomena navneteweyî bandorê li ser helwesta Ewropayê jî dike û têkilî û danûstandinên li ser berjewendiyên cotalî bi xwe re tîne. Em dikarin vê helwestê û bêdengiyê li ser vî esasî jî fehm bikin.” 

Tirkiye li Mafê Hêviyê asê maye 

Ayşe Ozdemîr li ser dirêjkirina demê ya ji bo ku Tirkiye Mafê Hêviyê pêk bîne jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Tirkiye eger bixwaze bibe parçeyekî cîhana Rojava-Ewropayê û kêşeyên xwe yên navxweyî yên paşxaneya wê sedsal in yên wek mijara Kurd, demokrasî, wekhevî, dadmendî û kêşeyên dîtir çareser bike divê di vê mijarê de biryarekê bide. Herçend di van salên dawî de qels bûbe jî, Tirkiyeyê dixwest berê xwe bide cîhana Rojava-Ewropayê û pîvanên xwe yên demokrasî, maf û azadiyan berfirehtir bike. Ji bo wê jî bi dehsalan e hewl dide da ku bibe endamek. Eger ev niyet armanceke ne vala be divê li gorî vê tevbigere. Ezmûn û pêvajoyeke giring li ber Tirkiyeyê heye. Ev ezmûn îro hatiye bi Mafê Hêviyê, zagonên aştiyê, çareseriya mijara Kurd û têkildarî wê re asê bûye.” 

12 sal in biryar hatiye îhlalkirin 

Ayşe Ozdemîr, da zanîn ku Konseya Ewropayê heta niha du caran mawe dabû Tirkiyeyê da ku li gorî biryara Mafê Hêviyê tevbigere û wiha lê zêde kir: “Di ser re 12 sal derbas bûn, ev biryar hate îxlalkirin, lê miqabilî vê, Konseyê gavên dîtir neavêt. Divê Komîteyê, ji bo pêkanîna vê biryarê rêbazên karîgertir cîbicî bikira û prosedura peymanê ya 46/4ê tevbigeriya, lê mixabin ew jî nekir. Zelal e ku Tirkiye berpirsyariyên xwe neaniye cih û dixwaze cezayê heta bi hetayê wek îstisna bihêle. Niha di halê heyî de, êdî divê ji bo ku ev maf bikeve meriyetê prosedura îxlalkirinê bide ber xwe û Mafê Hêviyê wek rêgezeke gerdûnî bê qebûlkirin û naskirin. Biryara Mafê Hêviyê biryareke kevn e û Konseyê dikaribû wek dosyaya Osman Kavala nêzikî vê mijarê bûbûya lê pêvajoyê pir giran dimeşîne.”  

Ayşe Ozdemîr li ser xebatên OHD û hiqûqnasan ên ji bo Mafê Hêviyê jî wiha got: Wek OHD û Hiqûqnas, ne tenê îro, beriya niha jî xebat û hewldanên me yên li dijî binpêkariyên mafê mirovî her hebûn îro jî berdewam dikin. Ji meş, daxuyanî, kampanyayên îmzeyê bigire heta pêwendî û danûstandinên dîplomatîk xebatên me berdewam dikin, bi sazî û dezgehên maf û dadmendiyê re di çarçoveyeke berfireh de xebat û hewldanên me didomin. Em wek OHD vê proseyê û meseleya Mafê Hêviyê, wek guloka çareseriya mijarên bingehîn û curbicur ên Tirkiyeyê dibînin. Heta di vê mijarê de pêşketinek çênebe û azadiya Birêz Ocalan misoger nebe, em nikarin behsa geşedanên erênî yên siyasî, civakî, dadmendî û bingehîn li Tirkiyeyê bikin. Ji bo vê jî xebat, xîret û têkoşîna me ya ji bo dad û azadiyê wê bi heman rengî berdewam bikin. Ji îro şûnde jî ji bo ku ev maf di nav pergala dadmendiyê ya Tirkiyeyê de bikeve meriyetê em ê hewldanên xwe bidomînin.”  

Ayşe Ozdemîr anî ziman ku wan di meha Sibatê de wek OHD ji bo Mafê Hêviyê bikeve meriyetê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebe mijara berjewendiyên siyasî û hesabên biçûk, li Amedê meşeke girseyî pêk anî û got: “Di wê meşê de jî aşkera hate ziman ku Mafê Hêviyê di vê proseyê de mijareke bingehîn e û divê Tirkiye li gorî vê rastiyê hin gavan biavêje û guhertinan bike. Ji bilî wê, di proseya Komisyona Meclisê de wek OHD me nêrîn, pêşniyaz û fikrên xwe yên derbarê mijarê de ji berpirs û aliyan re ragihand. Ji bo çarçoveya hiqûqî amadekariyên me hene û em amade ne piştevaniya proseyê bikin.” 

Ayşe Ozdemîr da zanîn ku dê ji îro şûnde bi saziyên sivîl, bi baro û dezgehên maf û dad û azadiyê re xebatên xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Ji bilî Tirkiyeyê em ê bi sazî û dezgehên navneteweyî yên ku  xebatên xwe li ser van mijaran dikin re danûstandinên xwe berdewam bikin. Ji sala 2021an ta îro em wek OHD û wek sazûmanî serlêdanên xwe dikin. Di vê mijarê de hişmendiyeke berfireh çêbûye û ev mijar ketiye rojeva raya giştî.” 

Rola hiqûqnasan gelek girîng e 

Ayşe Ozdemîr li ser xebatên Buroya Asrinê jî ev agahî dan: “Buroya Hiqûqê ji bo cîbicîkirina Mafê Hêviyê di nav xebat û hewldaneke mezin de ye. Ji bo vê yekê jî daxwaznameyek pêşkêş kir û niha jî proseyê dişopîne. Berî niha jî gelek xebatên wan hebûn. Bi rastî rewşa Birêz Ocalan û Mafê Hêviyê mijareke piralî ye û gelek faktor hene. Hewldan û xebatên hiqûqnasan, rol û misyona wan gelek giring e. Herçend hiqûqnas û saziyên maf û dadê heta niha xebat kiribin jî ew yek têr nekiriye. Ji ber ku rewşeke akût heye û mijar hîn nehatiye çareserkirin. Ev yek jî kêmasiya hiqûqnasan û saziyên maf û dadê nîşan dide. Di rastiyê de saziyên maf û dadê çiqas zor li konseyê bikin jî wek me got, mijar mijareke piralî ye. Divê ji bilî hiqûqnasan, xebat û têkoşîn û hewldaneke piralî bê meşandin. Ji partiyan bigire heta saziyan, ji hewldanên sivîl bigire heta danûstandinên dîplomatîk, divê xebat bi hevahengî bên meşandin ji bo encamê. Rol û misyona hiqûqnasan giring e lê divê her kes, sazî û dezgeh ji bo vê yekê hewl bide. Ji îro şûnde jî em ê xebat û hewldanên xwe bi piralî bimeşînin û ji bo ku ev maf bikeve meriyetê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”