Malbata Kabaîş serdana malbata Doku kir
Bavê Rojbîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş çû serdana malbata Gulistan Dokuyê û diyar kir ku ew dest ji doza xwe bernadin. Dayika Doku bang kir û got “Ez hestiye keça xwe dixwazim.”

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de 13 kes hatibûn binçavkirin. Ji 13 kesan 10 jê hatin girtin û waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û serbijîşkê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr jî hêj di bin çavan de ne. Malbata Doku li pêşiya edliyeyê li benda encama danişînê ye. Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş ku keça wî li Wanê hat kuştin, serdana malbata Doku kir. Bav Nîzamettîn Kabaîş, di serdanê de wêneyê keça xwe ji destê xwe de girt.
‘Tiliya Rektor jî di bûyerê de heye’
Nîzametîn Kabaîş, careke din daxwaza xwe ya edaletê anî ziman û got: “Meclis bila me temaşe bike û destê xwe deyne ser wijdana xwe. Hêj malbatên mexdûr ên cuda jî hene. Di van du salan de me êşên giran kişandin. Di lêpirsîna me de rektorî rê li ber gumanên mezin vekir. Xizmê rektor e, tiliya wî tê de heye dizanim. Ji liv û tevgerên wî diyar e. Nehate şînê. Me zaroka xwe emanetî we kir. Dê we bigota ‘ev zarokên me ne.’ Lêbelê der heqê Rojînê de yek gotinek jî nekir. Heman tişt di mijara Gulistan Dokuyê de jî çêbû. Em ê dev jê bernedin.”
‘Em di heman rêyê de ne’
Dayika Gulistan Dokuyê Bedriye Doku hate cem Nizametin Kabaîş û bi gotina “Derdê van erdan yek e” hev hembêz kirin. Nizametîn Kabaîş anî ziman ku malbata Doku 6 sal êşê dikişîne û got: “Belkî bi sedan caran di van rêyan de hatin û çûn. Em jî di heman rewşê de ne. Em jî diçin Wanê û tên û êşê dikişînin. Lê ev ne bi ser guhê walî ne jî ya rektor de ye. Dozgerê ewil tu tiştek nekir. Dozgerê duyemîn jî di 6 mehên destpêkê de hinek baş bû. Hinek tişt kir. DNA hatin tespîtkirin lê wî jî tiştek nekir. Di halê hazir de niha tu tiştek nayê kirin. Ev 6 meh in di dosyaya Rojîn Kabaîşê de tu kirariyek nayê kirin. Dosya hatiye sekinandin. Tenê dibêjin li benda vekirina telefonê ne.
‘Hestiye keça xwe dixwazim’
Piştre jî dayik Bedriye Doku axivî û wiha bang li serokkomar û wezîrê dadê kir: “Ez hestiyên keça xwe dixwazim. Dema tiştên bi serê keça min anîn dibêjin, em şerm dikin. Îşala kujerên keça we (Nîzamettîn Kabaîş) jî bên dîtin. Îşala cezayê muebbetê li wan jî were birîn.” Xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Dokuyê jî got: “Baweriya me heye ku dê kêla gora wê jî bibînin. Em di wê baweriyê de ne ku dê cezayê herî giran li wan jî were birîn.”


