Malbata Şenyaşar salvegera kuştina xizmên xwe bi bîrxist

Malbata Şenyaşar di roja 97’emîn de çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê didomînin.

1 deqe xwendin
Malbata Şenyaşar salvegera kuştina xizmên xwe bi bîrxist

Malbata Şenyaşar di roja 97’emîn de çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê didomînin.

Dayîk Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe berdewam dikin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: "Sibe 14'ê hezîranê, salvegera êrîşa ku li ser malbata me hatiye kirinê ye. Êrîşê 4 salan li pişt xwe hişt. 3 kes li nexweşxaneyê li pêşiya kamerayan hatin kuştin. Heta ku heq cihê xwe bibîne dê têkoşîna me ya ji bo ‘Edaletê’ li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.”