Malbatan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, bi minasebeta Cejna Remezanê li Girtîgeha Îmraliyê, bi girtiyan re hevdîtin kirin.

Buroya Hiquqê ya Asrinê daxuyand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî yên li Girtîgeha Îmraliyê, hevdîtina parêzer û malbatê pêk anîne. Di daxuyaniya ku li ser platforma medyaya dîjîtal Xê hat parvekirin de hat diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya mafê hevdîtina malbat û parêzeran de hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Alî Ocalan re hevdîtin kiriye.
Hat diyarkirin ku parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî beşdarî hevdîtinê bûne. Hat diyarkirin ku girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin; Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîne.


