Malbatên dîlgirtiyan xwepêşandanek Ii dar xistin
Malbat û hevalên dîlgirtiyan li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist, piştre berê xwe da avahiya PYDê û bi nûnerên Desteya Siyasî ya Parêzgeha Hesekê re civiyan.

Malbat û hevalên şervanên HSDê yên ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin, îro li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist. Malbat û hevrêyên girtiyan dirûşmên "Em dîlgirtiyên xwe dixwazin", "Em lehengên xwe dixwazin", "Deriyên girtîgehan bişikînin û dîlgirtiyên me serbest berdin", "Bijî berxwedana dîlgirtiyan" berz kirin. Herwiha pankartên "Ez xalê xwe yê dîlgirtî dixwazim", "Ez kurê xwe dixwazim" û "Em heta dawiyê bi dîlgirtiyan re ne" hatin vekirin.
Malbat û hevrêyên dîlgirtiyan piştre berê xwe da avahiya PYDê ya li xeta Hîzamê ya Qamişloyê ku li wir civînek di navbera nûnerên PYDê û şandeya Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê de dihat lidarxistin.
Xwepêşandêran li pêşiya avahiya PYDê dirûşmên "Tavilê dîlgirtiyan berdin" û "Bêyî dîlgirtiyan lihevkirin nabe" berz kirin.
Piştre 5 nûner bi navê malbatên dîlgirtiyan bi şandeya desteyê ya bi serokatiya Hesen Ebas re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, malbatên dîlgirtiyan diyar kir ku şandeyê soz da ku dê di nava hefteyekê de tevahî dîlgirtî werin berdan û got dosyaya dîlgirtiyan ne mijara dan û standinan e. Herwiha îşaret pê kir ku nûnerên şandeyê destnîşan kiriye ku dosyaya dîlgirtiyan rojeveke sereke ye.


