Malbatên Pey Edaletê
Platforma Malbatên Pey Edaletê tekildarî salvegera erdheja 6ê Sibatê li ba kuleya saetê kon vegirt. Platformê diyar kir ku hêj edalet nehatiye pêkanîn û bang kir: “Bila kesên berpirsyar bên darizandin.”

Platforma Malbatên li Pey Edaletê ya Semsûrê tekildarî salvegera erdheja 6ê sibatê li hemberî kuleya seatê ya navenda Semsûrê kon vegirt. Nunerên platformê li cihê ku kon hatiye vegirtin pankart û dovîzên li ser “Ne afet qetlîam bû, em edaletê dixwazin” û “Em natirsin, li ser pêyan in û edaletê dixwazin” dinivisî hatin hilgirtin. Her wiha wêneyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin, qûrnefîl hatin danîn û mum hatin pêxistin. Nûnerên platformê û malbatên di erdhejê de xizm û nasên xwe winda kirinê tevlî daxuyaniyê bûn.
Ne edalet pêk anîn ne destûrê didin daxuyaniyê
Nûnerên platformê di daxuyaniyê de diyar kirin ku tevî ku walitiyê destûra çalakiya wan daye Midûriyeta Polîsan a Semsûrê vegirtina kona wan asteng kiriye. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî helwesta polîsan hat dayîn.
Daxuyaniyê Kemal Taştan xwend. Kemal Taştan anî ziman ku ew di erdhejê de hevjîn û kurê xwe winda kiriye, bi xwe jî çend rojan di bin kavilan de ma ye. Di berdewama axaftina xwe de Kemal Taştan da zanîn ku daxwaza wan ew e ku saziyên fermî û kesên di hilweşîna avahiyan de sûcê wan hene werin darizandin û wiha got: “3 sal ser erdhejê derbas bûn. Dema erdhej pêk hat dewlet tune bû. Mirov çend rojan di bin kavilan de bûn. Me bi derfeta xwe cenazeyên xwe ji kavilan derxist. 3 sal in der barê kesên di hilweşîna avahiyan de sûce wan hebûne tu îdîaname nehatiyê amadekirin. Em dixwazin saziyên fermî û kesên di hilweşîna avahiyan de sûce wan heye bên darizandin. Kesî ne îstîfa kir û ne jî hat darizandin. Her wiha tevî 3 sal derbas bûne jî hêj maxdurên erdehê di konteyneran de ne. Serokkomar got di salik de kesên xaniyên wan hilweşîne dê derbasî xaniyan xwe yên nû bibin. Lê 3 sal in tiştek tune ye. Ji me re jî gotin ‘ji we re xanî derketiyê. Lê em çûn xanî hêj temam nebûye.”


